Xizmên windayan: Em ê têkoşîna Dayîka Berfo bidomînin
Xizmên windayan: Em ê têkoşîna Dayîka Berfo bidomînin
Xizmên windayan: Em ê têkoşîna Dayîka Berfo bidomînin
Xizmên windayan di çalakiya xwe ya Amedê de çîroka Sabrî û Abîdîn Polat ên birayên hev ên di 14'ê cotmeha 1994'an de li gundê Gûnhedît a navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê dema di nav zeviyê de dixebitîn û ji aliyê leşkeran birin û çareke din agahî jê nehatin girtin hatin vegotin. Lî Îzmîrê jî têkoşîna Dayîka Berfo hate vegotin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakya xwe ya hefteya 211'an li Parqa Koşuyoluyê bi tevlîbûna MEYA-DER, SES, MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê li dar xistin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek, diyar kir ku di hemû çalakiyên xwe de wan navê kiryaran aşkara kirin lê ev daxuyanî weke "îxbar" nahatin qebûlkirin. Perînçek, ji bo Dayîka Berfo sersaxî da û anî ziman ku Dayîka Berfo jî weke dayîkên her hefte li vir kom dibin ji bo hestiyên kurê xwe bibîne têkoşîn da. Perînçek, anî ziman ku Dayîka Berfo 32 salan ji bo gora kurê xwe peyda bike serî li hemû cihan da lê tu encama bindest nexistin.
Perînçek, da zanîn ku li Tirkyeyê pergala hiqûqê tuneye û wiha got: "Di bûyerên Sînopê de polîsan tu mudaxele nekirin. Lê li vir Şahîn Oner ê 19 salî di bin panzerê de ma û walî derket got, 'Bombe di destê wî de teqiya' Ev yek nîşaneya hiqûq li gorî kesan tê bikaranîn e."
Pişt re çîroka Sabrî û Abîdîn Polat ên di 14'ê cotmeha 1994'an de li gundê Gûnhedît ê navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê dema li nav zeviyê dixebitîn ji aliyê leşkeran ve hatin birin û careke din tu agahî ji wan nehatin girtin hate xwendin. Çîroka her du birayan wisa ye: "Leşker tên zeviyz pembu. Dibêjin 'Sabrî û Polat kî ne?' dipirsin. Di nav leşkerên hatin de Fermandarê Qereqola Ortakoyê yê bi navê Gokhan hebû. Piştî welatiyan got 'em in' bi lêdanê ew li wesayîtê siwar dikin. Kurê Sabrî Polat Nevzat yekemîn car rastî bûyerî wisa tê. Bi birayê xwe Alî re bi giriyê li pey wesayîtê beziyan. Piştî demekê leşkeran ew ferq kirin û Alî û Nevzat darp kirin pişt re jê re gotin 'paşve vegerin' Gelek nêzî wesayîtên leşkeran nabin û wan dişopînin. Di nava zeviyên bembu de wesayîta sipî ya Toros ferq dikin. Dibin şahidê dem bav û apê wan ji wesayîta leşkerî tînin xwarê û li wê wesayîtê siwar dikin. Apê wan Abîdîn 2 roj piştî bûyerê serbest tê berdan. Lê bi hinceta li Qereqola Ortakoyê belgeyekê îmza bike careke din gazî wî dikin. Malbat ji bo neçe wî hîşyar dike. Abîdîn Polat dibêje 'heke ez neçim ez dê li hemberî dewletê sûçdar bim' diçe. Êdî çareke din ji her du birayan tu agahî nayên girtin."
Piştî daxuyanî çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî li ber Sumerbanka kevin hatin cem hev û daxuyanî li dar xistin. Li ser navê komê daxuyanî ji aliyê Mehmet Aker ve hate xwendin û wiha hate gotin: "Temenê Dayîka Berfo ya 105 salî ji bo bigihije kurê xweyê ji aliyê dewletê ve hate windakirin têrê nekir. Di têkoşîna peydakirina windayên xwe de me rêheval, dayîk, xwîşk û dapîra xwe winda kir. Dema tanq û topên darbeyê pêşeroja welat reş dikir Cemîl 24 salîbû. Sal 1980, meh îlon û rojên 12'ê îlonê bûn. Dema roja paştir bi ser malê de hate girtin çavên Dayîka Berfo bi rondik tejîbûn. Dayîka Berfo hewiya, 'Min cara dawî got Cemîl û wî jî got Dayê. Min careke din ruyê zarokê xwe nedît." gelek caran anî ziman."
Aker, diyar kir ku ew soz didin Dayîka Berfo dê têkoşîna wê bidomînin û Cemîl û hemû windayan peyda bikin.