Malbatan tevî ÎHD'ê, hesabê windahiyan û yên hatine qetilkirin, pirsîn. Malbat û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê daketin kolanan û qetlîamkeriya dewletê şermezar kirin.
AMED
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 359. li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li hev civiyan. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mîkaîl Duzce yê li zozana Mergazer a navçeya Gevera Colemêrgê di 1993'an de hate qetilkirin hate pirsîn û daxwaza darizandina kiryaran hate kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku qatlîam bi agahiya dewletê tên kirin û heta ku kiryar bên darizandin têkoşîna xwe bidomînin.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku îro li Tirkiyeyê li şûna kiryar bên dîtin û darizandin şerek tê meşandin û qatlîam tên kirin. Turkdogan diyar kir ku ew qatlîam û mirinan naxwazin û wiha got: "Gelo ji wan nayê ku fêm bikin? Eger çek biaxivin wê demê siyaset ji bo çi heye. Parlamentên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî çima hene. Em ê bi hev re bi awayeke xurt aştiyê biqîrin. Em ê bixwazin alî bikevin nava diyalogê."
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Gulustan Gencer jî çîroka windakirina Mîkaîl Duzce yê li zozana Mergazer a navçeya Gevera Colemêrgê di 1993'an de hate qetilkirin parve kir. Piştre ji bo şermezarkirina dorpêçan 2 saeten çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 89’an lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JÎTEM’ê û leşkeran ve hatine qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP/HDP’ê malbatên Veysel îşbilîr, M. Reşît Îîşbilîr, malbata Suleyman Aksu yê ku li teqîna Pirsûsê de hatî qetilkirin, SES û gelek welatî amade bû. Dayîkan di çalakiya heftiya 89’an de aqûbeta M. Îşbîrîr û Veysel îşbîlîr ên 2013’an de ji aliyê tîmên taybet ve hatî qetilkirin pirsîn.
Piştî rêzgirtinê rêveberê birayê M. Reşît Îşbîlir, Îhsan Îşbîlîr çîroka biyayê û birazî xwe vegot: "Polîsan 6’ê Kanûna 2013’an de êrîşê gorên gerîlayên HPG’ê kiri bû. Gelê Geverê jî ji bo ku êrîşên polîsan protesto bikin daketibûn qadan. Polîsan bi guleyan êrîşên gel kir û birayê M. Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr, qetilkirin. Bira û birazayê min mirovên welatparêz bûn." Îşbîlîr da zanîn ku 2 sal li ser kuştina wan re derbas bûn lê hê jî kujerê van nehatine darizandin.
'ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ KUJER IN'
Îşbîlîr got ku kujerên van kesan ji aliyê dewletê ve tên veşartin û nayên darizandin û wiha got: "Êdî ti rewatiya Erdogan û Davûtoglû nemaye. Ji ber ku ev her du, kujerên gelê xwe ne." Piştî axaftinê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” ya hefteya 359. li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li ser kolana Gulîstanê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ser nivîsî hat vekirin û wêneyên windayan û yê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat hilgirtin. Li ser navê xizmên windayan endamê ÎHD’ê Prz. Îlyas Tarim diyar kir ku dewlet kujerên windayan nas dike lê nadarizêne û wiha axivî: “Dema ku dewlet dixwaze ji Musa Çîtîl’an heya Cemal Temîzoz’an kujeran dibîne. Lê bi navê darizandinê terfî dike."
Tarim dest nîşan kir ku dewlet kiryarên komkujiya Gurgumê ya 19 Kanûna 1978’an pêk tîne û wiha berdewam kir: "Divê hikûmeta AKP’ê demildest dest ji êrîşan berde. Ji bo aşkerekirina heqîqetan komîsyon bên ava kirin. Wekî gelek welatên cîhanê de li Tirkiyê jî heqîqet bi raya giştî re were parve kirin. Em carekî dîn jî dubare dikîn ku berpirsyariya dewletê ya lêborîn xwestinê û aşkere kirina rastiyan heye." Axaftin, bi çalakiya rûniştinê dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li pêş Sumerbankê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên ÎHD'ê di daxuyaniyê de pankarta "Winda diyar in, kujer li ku ne?" vekir û wêneyên windayan rakirin. Li ser navê komê Mine Çetinkaya, daxuyanî da. Çetinkaya, anî ziman ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de Hayrettin Eren di bin çavan de hat winda kirin û wiha got: "Li Saraçhaneyê Eren li gel hevalê xwe hat binçavkirin. Li gel 8 kesên berê hatibûn binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê. Eren li Midûriyetê rastî îşkenceya giran hat. Piştî 8 rojan agahî ji ser wî qut bû. Malbata Eren serî li hemû rayedaran da, lê hêj deng jê bilind nebûye. Dewlet 35 sal in rastiyê vedişêre. Kujerê wî vedişêre û bê ceza dihêle. Em dê heta dawî hesab ji kujeran bipirsin."