Xizmên girtiyan tevî dorpêçê Nobeta Edaletê girtin: 7 kes hatin destgîrkirin

Xizmên girtiyan tevî dorpêça polîsan çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê domandin. Di çalakiyê de 7 kes hatin destgîrkirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li Stenbolê dabûn destpêkirin di hefteya 38’an de li pêşiya Edlieya Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam kir. Ji xizmên girtiyan Kumri Akgul, Cemîle Çîftçî, Zeynep Calîhan, Gulsûm Ozturk û gel tevlî çalakiyê bûn.
 
Beriya çalakiyê bi sedan polîsên li ber edliyeyê xwestin meşa xizmên girtiyan a ber bi deriyê edliyeyê ve  ve asteng bikin. Polîsên ku hewl dan meşê asteng bikin, hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Qeymeqamtiya Kagithaneyê dan pêş, lê malbatan guh nedan biryarê. Ji xizmên girtiyan Kumrî Akgul destnîşan kir ku ew 11 meh in ji bo ku tenê edaletê dixwazin tenê destgîrkirin û wiha domand: “Em ji vê dewletê re dibêjin êdî bes e. Bila darbestên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Tehemûla dewletê li hemberî çalakiyên ji bo girtiyên nexweş tên kirin nîne.” 

Piştî ku xizmên bertek nîşan da polîsan xizmên girtiyan dorpêç kirin. Xizmên girtiyan û welatiyên ku piştgirî didan jî nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Bi berzkirina dirûşman re polîsan hewl dan çalakvanan destgîr bikin. Tevî êrişa polîsan jî çalakvanan dirûşme berz kirin. Di encama êrişa polîsan de her 4 xizmên girtiyan û welatiyên bi navên Omer Ertûgrûl, Serhat Ertûgrûl û kesekê navê wî nehat zanîn hatin destgîrkirin. 
 
7 kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Kagithanayê.