Xizmên girtiyan bi laçikên spî çalakî kirin: Dengê me bibihîzin

Dayikên ji bo li dijî tecrîda Îmraliyê bi Wezîrê Edaletê yê Tirk Yilmaz Tûnç re hevdîtin bikin ji Wanê hatin Enqereyê, laçikên spî yên li ser serê xwe avêtin erdê û xwestin dengê wan bê bihîstin.

ÇALAKIYÊN DENG BIDE AZADIYÊ

Xizmên girtiyan ên ji Wanê hatin Enqereyê, bi daxwaza "Edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne" xwestin hevdîtinê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re bikin. Daxwaza xizmên girtiyan vê hefteyê jî nehat bersivandin. Xizmên girtiyan ewilî li ber Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hev kom bûn. Polîsan nehişt xizmên girtiyan ber bi wezaretê ve bimeşin. Ji amîrên polîsan yekî jê got ku wezîr ne li cihê xwe ye. 

Xizmên girtiyan jî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq û edalet" astengiya polîsan şermezar kirin. Paşê daxuyanî hat dayîn. Xizmên girtiyan di axaftina xwe de bal kişandin ser "aştiyeke mayinde." Xizmên girtiyan destnîşan kir ku tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin û wiha bang kirin: "Em tenê ji bo xwe têkoşîn nakin. Em ji bo hemû kesên li vê erdngîariyê têdikoşin. Em bang li hemû rewşenbîrên cîhanê dikin; êdî dengê dayikan bibihîsin." 

Piştî daxuyaniyê dayikan laçikên spî yên li ser serê xwe avêtin erdê û banga "aştiyê" kirin.