AMED
Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 434’an domandin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin û pankarta mezin a wêneyên windayan li ser hate vekirin. Xizmên windayan, xwestin qatilên siyasetmedarên kurd Savaş Bûldan, Hacî Karay û Adnan Yildirim ên di 3’yê Hezîrana 1994’an de hatin qetilkirin bên darizandin.
Endamên Desteya Rêvebir a ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin, daxuyanî da û diyar kir ku windayên kiryara ne diyar an ji malên wan an jî li kolanan hatine binçavkirin û heta niha kujerên wan ne hatine darizandin.
Yalçin, bibîr xist ku Savaş Bûldan, Hacî Karay û Adnan Yildirim di sala 1994’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve bi êşkenceyê hatine qetilkirin, ligel dema derbas bûye jî hê jî kujer ne hatine darizandin. Piştî axaftina Yalçin endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Adnan Orhan çîroka windakirina Şavaş Bûldan û Hacî Karay vegot.
Piştî çîroka windabûna siyasetmedaran hat xwendin xizmên windayan çalakiya rûniştinê a 5 deqeyan lidar xist.
ÎZMÎR
Şaxa (ÎHD) ya Îzmirê jî bi heman armancê bi dirûşma “Bila winda bên ditin, faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 385’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û reveberên ÎHD'ê li qada Konakê li pêş Sumerbankê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 12’yê Îlona 1994’an de li Dîkmena Enqereyê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û piştre di binçavan de hate windakirin pirsîn.