Xelkê Şengalê meh û nîveke li ber asayîşa xwe ye

Berxwedana xelkê Şengalê ya ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 45 roj in dewam dike.

Xelkê Şengalê ku xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê weke xwedîderketina li tevahiya nirxên Êzidxanê dibîne, meh û nîveke li ber navenda asayîşê kon vedaye.

Bi dirûşma "Em hemû asayîş in" 45 roj in nobedê digirin û bi vî rengî nîşan didin ku ew li pişta zarokên xwe ne, li pişta asayîşa xwe ne.

Endama Meclîsa Giştî ya Şengalê Semîre Seîd destnîşan kir ku di dema fermanê de wan hêza xwe çêkir û wê heta dawiyê li pişt hêza xwe ya parastinê bin.

Semîre Seîd diyar kir ku ew daxwaza edaletê dikin û bang li Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê ne kir ku li Şengalê vegerin û li ber pîlanên li ser Şengalê rabin.