Xelîl: Rêberê me dil û mejiyê me ye

Şiyar Xelîl: Em dibêjin 'Bê Serok jiyan nabe', ji ber ku Rêbertî ji bo me ziman e, çand e, mejî ye, dil e, hemûna me ye. Em ji bo Rêberê xwe di greva birçîbûnê de ne."

Şiyar Xelîl ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku 13 roj in li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Xelîl 3'ê Çileya 1987'an li navçeya Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû.

ŞOPÊN ŞER ÊN LI SER BEDENA WÎ

Xelîl li paytexta Sûriye Şamê ji ber teqînekê giran birîndar bû. Demekê li Şamê, Hesekê, Dêrikê û Hewlêrê tedawî bû û piştre ji bo dermankirinê hat Ewropayê.

Xelîl bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, dinya li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng e.

Xelîl got, "Serok Apo rêberê gelê Kurd e. Di nava sê salan de ku agahî jê nehate girtin, li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Efrînê mirovên me bi zindî hatin şewitandin. Dinyayê ev yek dît, lê bêdeng ma. Faşîstekî bi navê Erdogan niha li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze komkujiyan bike û dinya bêdeng e. Ez nikarim ji vê bawer bikim. Eger Rêbertî azad bûya ev komkujî nedibûn. Kurd û Kurdistan rastiyek e û Rêbertî ev rastî ji dinyayê re ispat kir. Dinya bi vê rastiyê zane, lê sextekariyê dike."

RÊBERTÎ DIL Û MEJIYÊ ME YE

Xelîl got, "Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me girîng e" û bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd: "Divê tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe û şert û mercên azad jê re bên afirandin. Pêwîste komkujiyên li Kurdan tên kirin bi dawî bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê berdêlê bidin. Divê her kes bi hurmet nêzî mafên gelê Kurd bibin. Em dibêjin 'Bê Serok jiyan nabe', ji ber ku Rêbertî ji bo me ziman e, çand e, mejî ye, dil e, hemûna me ye. Em ji bo Rêberê xwe di greva birçîbûnê de ne. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê dest ji çaakiya xwe bernedin. Tenduristiya me ne girîng e, jiyana Rêberê me girîngtir e. Gotineke bi tenê ya Rêberê me jî ji bo me gelekî hêja ye."

DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN

Xelîl bang li gel û ciwanên Kurd kir ku têkoşînê geş bikin, dakevin qadan û got, "Bi taybetî gelê me yê li Ewropayê divê dakeve qadan. Niha li Kurdistanê zilmeke mezin û gefa komkujiyê heye. Her kes divê bi berpirsyariya xwe ya wijdanî û exlaqî rabe. Divê li benda şehadeta hevalên di greva birçîbûnê de ne nemînin. Ji xwe hevalan ev yek dane ber çavên xwe û çalakiya xwe didomînin. Divê gelê Kurd rabe ser piyan."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA