Xelatên sînemaya Yilmaz Guney hatin belavkirin
Xelatên sînemaya Yilmaz Guney hatin belavkirin
Xelatên sînemaya Yilmaz Guney hatin belavkirin
Xelatên di Mihrîcana Kurtefilmên Kurd a Yilmaz Guney ku di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiyê re gihiştandin hev a ji hêla Komeleya Akademiyên Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê ve îsal 4'emîn hatibû lidarxistin, xwediyên xwe dîtin.
Îsal 4'emîne Mihrîcana Kurtefilma Kurd a Yilmaz Guney ku ji hêla Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê bi diruşmeya "Kamerayeke me heye û rêhevaltiya me heye" li Salona Sînemaya Yilmaz Guney bi merasîma xelatê bi dawî bû. Mihrîcana ku ji bîranîna Halîl Dag û sînemaya wî hate çêkirin, 5 rojan dom kir. Di mihrîcanê de nîşandana filmên cuda, 10 filmên kurt û 15 serpêhatiyên filmên kurt ketin pêşbirkê. Di mihrîcana îsal de di xelata filma kurt a herî baş yekemîn filma Derhênerê Kurd Sakaot Mohammadî a ji Herêma Federal a Kurdistanê hatî "A Frîend For My Frîend", duyemîn filma Gunduz Sevdî ya bi navê "Ziman" û sêyemîn jî filma Mazlûm Demîr a "Bê re-Deng" girtin. Xelata serpêhatiya filma kurt a herî baş jî îsal bi serpêhatiya "Bîr" a Zekeriya Aydogan û "Gere Gûr Bimre" ya Atîlla Demîr di nava hev de parve kirin. Xelata taybet a jurî jî, li ser navê filma serpêhatî ya Komên Çîrokên Veşartî Beyza Karataş a 10 salî layiq hate dîtin. Zekeriya Aydogan xelata xwe ji bo bi bîranîna zarokên di komkûjiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dane, Atîlla Demîr jî xelata xwe ji bo di şoreşa Rojava de bidestxistina Til Koçerê girt.
Merasîma xelatê ya li Salona Sînemaya Yilmaz Guney hate li darxistin, gelek derhênerên ciwan, bi sedan heskiriyên sînemayê beşdar bûn. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, axavî û got: "Têkoşîneke lingê wê ya hunerê kêm be dê lingeke herî girîng kêm bimîn e."
'EM LI HEMBER SÎNEMAYA ENDUSTRIYELÊ SÎNEMA ÇÊDIKIN'
Xebatkarê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Veysel Erel, diyar kir ku ew bi serbilindiyeke mezin vê mihrîcanê îsal di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiyê re gihiştande hev dijîn. Erel, wiha got: "Em bi rihê amatoriyê li hemberê sînemaya endustriyaliyê ya bazirganiyê ye em li gorî baweriya xwe sînemayê çêdikin. Em bi riya sînemayê, girîngiya zimanê zikmakî, teşhîra komkûjiyan, kûjerên wan nediyar û li hemberê zilmê sekina xwe ya esasî nîşan didin. Û em li vir lêgerîna heqîqatê tînin ziman. Em di kesayetiya Halîl Dag re spasî ji her kesê keda wan derbas bûye re dikin û em dibêjin em dê her tim bi bîranîna wan ve girêdayî bin."
'NEMIRANDIN JIYANKIRINA DI DILÊ GELEKÎ DE YE'
Ya dawî endamê Juriyê Orhan Alkaya axivî û bang li derhênerên kurd kir û wiha got: "Ricaya min ji hemû derhêneran re heye ku hemû xebatên xwe yên sînemayê û filmên xwe bi kurdî çêkin. Ez ji vir deng li kekê xwe Yilmaz dikim. Kekê min Yilmaz nemirandin, jiyandina di dilê gelên bindest de ye. Tê bi awayekî heq kiriye heta ebediyê bijî. Sînemaya kurd di pêşengiya te de pêş dikeve."
Piştî merasîma xelatdayînê Orkestraya Heskîfê ku ev saleke amadekariyên xwe li Êlihê dike, cara yekemîn li Êlihê derket ser dikê. Ekîba orkestrayê ku Operaya Kurd Mizgîn Tahir bi rêve bir, pêşkeşkirina muzîkê jî bi sirûda "Ey raqîp" destpê kir. Hemwelatî eleqeyek mezin nîşanê Orkestraya Heskîfê dan, guhdarkirina muzîkê dîsa bi sirûda "Ey reqîp" bi dawî bû.