'Xelata Edelstam' ji Çermsorê parêzvanê mafên mirovan re hat dayîn

'Xelata Edelstam' ji Çermsorê parêzvanê mafên mirovan re hat dayîn

Xelata Weqfa Edelstam a li Swêdê, ku her sal bi armanca parastina mafên mirovan ji miroveke/î bêîtîatiya sivîl dike re tê dayîn, îsal ji gundiyê Maya yê Gûatemalayî Benjamîn Manûel Jeronîmo re hat dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Heyeta Jûrî ya Weqfa Edelstam de hat ragihandin, ku Jeronîmo li gel zext û gefan jî bûye dengê qurbaniyên hatine qetilkirin û ji ber ku mafên gelê Maya bi wêrekî parastiye hêjayî Xelata Edelstam a sala 2014'an hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Gûatemalayê, tevî ku piraniya şêniyên wê Maya ne jî, li ser xaka xwe bi sedan salan rastî cihêkarî, zext û komkujiyê hatine.

Weqfa Harald Edelstam a di sala 2012'an de ava bû, ji mirovên têkoşîna mafên mirovan dimeşînin re her sal 'Xelat Edelstam' dide. Xelata ji 25 hezar dolarî, par ji lîdera xwendekaran a Îranî Baharaeh Hedayet ku hînê li girtîgehê tê ragirtin re hatibû dayîn.

Di nava heyeta jûrî ya Xelata Edelstam de xwediyê Xelata Aştiyê parêzera Îranî Şîrîn Ebadî, Komîsera berê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Loûîse Arour, Serokwezîrê berê yê Mozambîkê Pascoal Mocumbî û Dadgerê Spanî Baltazar Garzon ê li dijî Pinochet li Spanyayê doz vekiribû, cih digirin.