Xelata CCBE radestî Elçî, Acînîklî, Demîr û Bîngol hat kirin

Xelata Mafên Mirovan a CCBE îsal radestî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin û parêzerên endamên OHD’ê Ayşe Acînîklî, Ramazan Demîr û Ayşe Bîngol hat kirin.

Xelata Mafên Mirovan a Konseya Baroyên Ewropayê (CCBE) ya îsal dan Serokê Baroya Amedê û parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin, endamên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Ayşe Acînîklî û Ramazan Demîr û Parêzer Ayşe Bîngol.

Di merasîma xelatê de ku li Brukselê hat lidarxistin, Turkan Elçî xelata ku ji bo Tahîr Elçî hatiye dayîn girt, Acînîklî, Demîr û Bîngol jî ji ber qedexeya derveyî welêt li wan hatiye birîn û pasaportên wan hatiye betalkirin, amade nebûn.