Xebatkarê Yenî Yaşamê Karakaş hate destgîrkirin

Berpirsê belavkariyê ya rojnameya Yenî Yaşam a Edeneyê A. Mûrad Karakaş ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Li Edeneye di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan bi ser mala berpirsê belavkiriyê yê  Rojnameya Yenî Yaşamê A. Murad Karakaş de girt. Polîsan Karakaş destgîr kir.

Polîsan bi ser mala Karakaş a li taxa Anadolû ya navçeya Yuregîr de girtin. Polîsan li malê geriyan û alavên malê belavkirin.

Karakaş piştî kontrola tenduristiyê birin Miduryeta Emniyetê ya bajar. Diyar bû wê Karataş bibin Wanê.