Xebatkarê Rojnameya Atilimê Gozutok hat girtin
Xebatkarê Rojnameya Atilimê Eray Gozutok dema li taxa Gaziyê rojname belav dikir hatibû destgîrkirin, hat girtin.
Xebatkarê Rojnameya Atilimê Eray Gozutok dema li taxa Gaziyê rojname belav dikir hatibû destgîrkirin, hat girtin.
Xebatkarê Rojnameya Atîlim Eray Gozutok dema li taxa Gaziyê ya Sultangazî ya Stenbolê rojname belav dikir ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin. Gozutok birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Fatîhê û ji bo îfadeyê birin Edliyeya Çaglayanê.
Gozutok piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Gozutok bi hinceta ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.