Xebatên KCDK-E ya li dijî vîrûsa Korona didome

Xebatên KCDK-E ya parastina civakê ya li dijî vîrûsa Koronayê bê navber dewam dike. KCDK-E li ser tevnên civakî jî xebatên agahdarkirinê dewam dike.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E xebata agahdarkirina civakê ya li ser tevna civakî ya ji vîrûsa Koronayê li xebatên xwe yên parastina civakê û pêşîgirtina berbelavbûna vîrûsê koronayê zêde kir.

KCDK-E destnîşan kir ku yekîneyên tenduristiyê metnên agahdarkirinê yên Kurdî li sazî û partiyên Kurdistanî û dîsa metnên Tirkî jî li saziyên demokrat ên şoreşger ên Tirkiyeyî tên parvekirin.

KCDK-E bi domdarî got: “Ji bo ku em agahiyên zêdetir bidin mirovên xwe, ji KCDK-E Tenduristî koma girêdayî tevnên civakî li ser hesabên Twîtter û Facebookê agahiyên bi Kurdî, Tirkî, Soranî, Îngilizî, Almanî û Fransî wê bê parve kirin. Ev agahî wê ji aliyê koma me ya tenduristiyê ve bê amadekirin.

Dîsa di nava heftiyê de du rojan li ser tevnên civakî ji bo gelê xwe agahdar bikin em ê weşanên zindî vekin. Her heftî roja Çarşemê di saet 20:30’ê li ser mijarên siyasî semîner, her heftî roja Şemiyê saet 20:00’an de hevalên me yên doxtor wê li ser koronavîrûsê agahiyan bidin. Di dema weşanên zindî de kesên ku temaşevan dikare pirsyaran ji mêhvanên me yên di weşanê de bike.

Ji bo vê hemû meclîsên me, saziyên Kurdistanê û Tirkiyeyê, partî û rewşenbîr û gelê me pêwîste di vê demê de ji bo hevgirtin û yekîtiya civakî xurt bike û hesabên me yên civakî bidin naskirin û feydeyek mezin bi dest bêxin.”

Hesabên tevnên civakî wiha ne:

Facebook:/KCDKETenduristi

Facebook: /gundeminiz

Twîtter: @K_T_KCDK_E

Youtube: Komiteya Tenduristi