Xamaney ji molayan re got: Dijmin nas bikin û amade bin
Otorîteyê olî yê Îranê Xamaney ku li pêşberî çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ketiye nava panîkê, fermana "Dijmin nas bikin û amade bin" da molayan.
Otorîteyê olî yê Îranê Xamaney ku li pêşberî çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ketiye nava panîkê, fermana "Dijmin nas bikin û amade bin" da molayan.
Otorîteyê olî Yê Îranê Alî Xamaney, ku li pêşberî çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ketiye nava panîkê, gef li çalakgeran xwar. Xamaney bi mirovên olî re rûnişt û ev bang kir: "Dijmin nas bikin û li dijî dek û dolabên wan amade bin."
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehr ku navenda wê li Îranê ye, Xamaney li bajarê Kûmê di civînê de axivî û got, "Di hin serdemên dîrokê de ji ber ku alimên olî xwe ji têkoşîna li dijî zalim û mêtingeran vegirtin, derbên giran rû dan. Lê belê dema ku oldaran li dijî dijminên Îranê dest bi têkoşînê kirin û daketin qada berxwedanê, bi ser ketin. Mînaka herî xurt a vê yekê, tevgera mezin a Îmam Hûmeynî ye."
Xamaney îdîa kir ku şoreşa 1979'an şoreşa molayan e û got, "Eger alimên olî di têkoşîna dijî rejîma Şah de cih negirtibûna, wê şoreşa Îslamê ti carî pêk nehatibûya. Hêza partiyên siyasî, komên siyasî û rewşenbîrant êra têkbirina rêveberiya şah a dîktator nedikir. Tevî beşdariya xurt a gel, fedakariyên li ser rêya Xwedê hatin nîşandan û bandora erênî ya alimên olî ya li dijî Şah, rêya olî ya vê tevgerê nîşan da."
Xamaney bêyî nav bilêv bike gef li çalakî û çalakgerên li welêt xwar û diyar kir ku wezîfeya alimên olî ew e ku bibin şoreşger, dijmin baş nas bikin û li dijî dek û dolabên wan amade bin.