Xamaney: Dijminên Îranê welatê me tevlîhev kirin!

Desthilatdarê dînî yê Îranê Alî Xamaney, di roja şeşan a çalakiyên gelan de axivî û got, "Dijminên me welatê me tevlîhev kirin."

Çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî xizanî û zordariya rejîma Îranê şeş roj li pey xwe hiştin. Desthilatdarê dînî yê Îranê Alî Xamaney cara yekê axivî û îdîa kir ku çalakiyên tên kirin karê 'hêzên derve' ye. Xamaney got, "Dijminên me welatê me tevlîhev kirin. Dijmin li benda firsendê ye ku derbê li nîzama Îslamê bixe."

Xamaney di dewama axaftina xwe de got, "Dijminên Îranê van çend rojên dawî, hêza xwe ya pere, çek, polîtîka û ewlekariyê bi kar anîn û ji bo pirsgirêkê bixin nava pergala Îslamî tifaq kirin."

Xamaney got, "Di 'Şerê Parastinê yê Pîroz' ê 8 salan de, eger hêzên Baas karîbûna biketibûya nava welêt wê tiştek efû nekiribûna û ji Lîbya û Sûriyeyê xerabtir wê rewşek li Îranê rû bida."

Di dewama axaftina xwe de Xamaney got, "Dijmin li benda firsendekê ye ku xwe di qulekê re rabike û êrîşî neteweya Îranê bike. Ya ku pêşî li dijmin bigire, ruhê wêrekî, fedakarî û baweriya mirovan e." Xamaney bang li molayan kir ku "amade bin" û got, "Hin mijar hene ku der barê bûyerên Îranê de dixwazim eşkere bikim. Di demeke munasîb de ez ê ji gelê Îranê yê ezîz re bêjim."