WHO: Ebolayê 2 hezar û 400 kes kuşt
WHO: Ebolayê 2 hezar û 400 kes kuşt
WHO: Ebolayê 2 hezar û 400 kes kuşt
Midûriyeta Giştî ya RêxistinaTenduristiyê ya Cîhanê Margaret Chan, da zanîn ku nexweşiya ebola li Rojavayê Afrîkayê her diçe belav dibe û 4 hezar û 780 kes bi nexweşiyê ketine û ji 2 hezar û 400’î zêdetir kes mirine.
Chan di civîna çapemeniyê ya Cenevreyê de axivî û got ji ber sedema nexweşiya ebola li Rojavayê Afrîkayê 4 hezar û 780 kes bi nexweşiyê ketine û 2 hezar û 400 kes jî jiyana xwe ji dest daye. Chan got ku texmîna rast di îhtîmaleke mezin di bin bîlançoya rast de ye.
Chan bi lêv kir ku kapasîteyên rayedarên tenduristiyê ya welatên ebola lê belav bûye, pêşî li belavbûna vîrusê nagire û got: “Nexweşiya ebola ku li beşeke Rojavayê Afrîkayê xistiye, ev nexweşiya ku 40 sal berê derketiye, niha ya herî bi bandor tê jiyîn.
Chan got ku hejmara nexweşan her diçe zêde dibe û bang kir ku divê alîkariya personel û materyalên tenduristiyê bişînin Gîne, Sîerra Leone û Lîberiayê.