WHO: Di salekê de 1,7 milyon zarok ji ber rewşa qirêjiya derdor dimirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku her roja diçe rewşa qirêjiya derdor zêde dibe û dibe sedema mirina 1,7 milyon zarok, di salekê de.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku her roja diçe rewşa qirêjiya derdor zêde dibe û dibe sedema mirina 1,7 milyon zarok, di salekê de.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li bajarê Swîsre Cinevê li ser rewşa qirêjiya derdor a ku her roja diçe zêde dibe, 2 rapor bi daxuyaniyekî pêşkêşkir û di raporan de bal hat kişandin li ser zêdebûna hejmara mirina zarokan.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber rewşa qirêjiya derdor, vexwarina cixareyê û vexwarina ava qirêj her sal 1,7 milyon zarok dimirin û zarokên ku jiyana xwe ji dest didin, ji wan 600 hezar zarok di temenên 0-5 saliyê dene.
Sedemê mirinan weke qirêjbûna derdor ku her roj zêde dibe hate nîşandan û hejmarek zêde ya van mirinan li welatên ku paşmayîn û dahata kêm ya welatan hat nîşandan.
Piştî eşkerekirina raporan Dîrektora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Maria Neria bang kir ku li pêşiya qirêjbûna derdor bê sekinandin.
Maria Neria bal kişand ser mirina zarokan û got: "Di salekê de 1,7 milyon zarok dimirin, ev nayê qebûlkirin." Neria diyarkir ku pêwîste kalîteya ava vexwarinê were zêdekirin.