Wezîrê Parastinê yê Tirk bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir

Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Duh li bajarê Tirkiyeyê Antalyayê, sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê destpê kir, tê payîn heya danê êvarî dewam bike. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî forumê bûye û bi gelek rayedarên Tirkiyeyê re dicive û her wiha êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî didomin.

Li Kelarê di êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov û biçek a li dijî malekê de, kesek şehîd bû û Doktor Sabrî Toprak jî li Silêmaniyê di endama sûîqastê de hate qetilkirin.