'Wezîrê Karên Hundir karmendekî ku zêdegaviyê dike ye'

Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim ê li Şehîgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî ya hat xerakirin lêkolîn kir, ji bo fermannameya şehîdgehê ya Wezareta Karên Hundir got, "Em, Wezîrê Karên Hundir weke karmendekî zêdegaviyê dike, dibînin."

Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim ê li Şehîgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî ya hat xerakirin lêkolîn kir, ji bo fermannameya şehîdgehê ya Wezareta Karên Hundir got, "Em, Wezîrê Karên Hundir weke karmendekî zêdegaviyê dike, dibînin. Bi gotina wî bi xwe, 'karmendekî ji eciqandina serî, ji tinekirina goristanê berpirsyar e'. Di heman demê de karmendekî ku zêdegavî kiriye."

Piştî ku Wezareta Karên Hundir ji walîtiyan re ji bo xerakirina şehîdgehên li 14 cihan fermanname şand, pêkanîna destpêkê li Şehîgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî ya li navçeya Mûş Gimgimê hat kirin.

Dîwarên li dora şehîdgehê, avahiyên mizgeftê, mala cem û serxweşiyê hatin hilweşandin, dar û kûlîlkên li derdorê hatin rakirin.

GEL NOBEDÊ DIGIRE

Li dû êrîşê gel çû şehîdgehê û dest bi nobedê kir. Girseya gel wê di rojên pêş de şehîdgeha xwe ji nû ve ava bike. Komeleyên Elewiyan û Mazlûm-Der wê îro şehîdgehê ziyaret bikin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim ê di nava heyeta HDP'ê ya piştî êrîşî çû şehîdgehê de cih girt, rewşa lê rast hat ji ANF'ê re vegot: "Bi wesayîtên kar ên zirxî hatine û mizgeft, mala cem û avahiya serxweşiyê hilweşandine. Kevirên li ser gorê jî şikandine. Dîwarê li dora şehîdgehê hilweşandine. Qîma xwe bi vê jî neanîne rabûne dar û kulîlkên li dora şehîdgehê jî ji binî ve rakirine. Desthilatdarî xwedî mejiyekî gelekî nebaş e. Ev mejî bi kîn û nefretê dagirtiye."

'NE WEZÎR E, KARMENDÊ JI ECIQANDINA SERÎ BERPIRSYAR E'

Yildirim anî ziman ku ji bo betalkirina fermannameyê ew ê bikevin nava hewldanên hiqûqî û got, "Em, Wezîrê Karên Hundir weke wezîrekî nabînin, weke karmendekî dibînin. Bi gotina wî; 'karmendê ji eciqandina serî, ji xerakirina goristanê berpirsyar' e. Her wiha karmendekî ku zêdegaviyê dike. Karmendekî ku êrîşa li hemberî nirxên pîroz ên mirovan ji xwe re kiriye karek. Xerakirina goran jî têra wî nekiriye, rabûye navendên baweriyan mizgeft û mala cem jî îmha kiriye."

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim da xuyakirin ku êrîşa li hemberî goristanê, zîhniyeta AKP'ê radixe pêş çavan û got, "Eger desthilatdarî dibêje ew ê bi vê êrîşê re gel bitirsîne û nehêle ku şehîdgeh careke din bê avakirin, wê demê xwe dixapîne. Bi rojane ez di nava gel de me. Min nerazîbûna gel dît. Weke saziya siyasetê em bang li gel dikin ku bi xwînsarî tevbigerin. Lê belê em dibînin ku gel çiqasî aciz e."