Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Iraqê û Herêma Kurdistanê

Elî Baqir ku wekılê Wezîrê Karên Derve yê Îranê ye diyar kir ku wê biçe Iraq, Hewlêr û Silêmaniyeyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenunî ragihand ku biryare sibe Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê bi wekalet Elî Baqir Kinî, serdana Iraqê bike.

Nasir Kenunî da zanîn ku wê Elî Baqir piştî Iraqê roja Îniyê (14 Hezîran) jî serdana Herêma Kurdistanê bike. Li gorî Nasi Kenunî wê Elî Baqir bi berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê re rewşa herêmê guftugo bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir da zanîn ku wê piştî Hewlêrê Elî Baqir serdana Silêmaniyê jî bike.

Hêjayî gotinê ye di 19’ê Gulanê (2024) de serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî wê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi helîkopterê vegeriya û helîkopter li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê.

Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin, medya Îranê ragihand ku ji helîkopterê kes sax rizgar nebûye.

Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn.

Piştî mirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr, Elî Baqir weke Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê bi wekalet hat erkdar kirin.