Wezîrê Karên Daristanan: Gola Çeto nayê xerakirin
Wezîrê Karên Daristanan: Gola Çeto nayê xerakirin
Wezîrê Karên Daristanan: Gola Çeto nayê xerakirin
Wezîrê Karên Av û Daristanan Veysel Eroglû da xuyakirin ku Parqa Gola Çeto ya li Dêrsimê nayê xerakirin û wê weke qadeke şînkahî bimîne.
Wezîr Eroglû, piştî Wezîrê Enerjiya Nû û Tênûkirin yê Hîndîstanê Farûk Abdûllah û şandeya pê re pêşwazî kir, bersiv da pirsên rojnamevanan. Ji bo pirsa li ser Gola Çeto Eroglû got, "Em xwe weke deyndar dibînin ku cihê wan xuşk û birayên min ji xwe re pîroz dibînin biparêzin. Me got, ew der wê weke qadeke şînkahiyê bimîne. Hînê dikarim çi bêjim. Hin cihên pîroz hene, emê wan deveran bedewtir bikin."
Li Dêrsimê, Şikefta Gola Çeto ya ji bo Elewiyan cihekî pîroz e, bi Bendava Ûzûnçayir re bi tehlûkeya di bin avê de bimîne re rû bi rû ma. Û di encama cihdagirtina Şaredariya Dêrsimê de ji vê tehlûkeyê rizgar bû.
Lê belê vê carê dadgehê di encama doza DSÎ de biryar da, ku cihdagirtina li Gola Çeto bê rakirin. Li Şaredariya Dêrsimê jî 2 milyon û 200 hezar TL cezayê pere hat birrîn. Pêvajoya huqûqî ya li ser dozê dewam dike.