Wezîrê Karê Navxwe yê Fransayê îstîfa kir

Wezîrê Karê Navxwe yê Fransayê Gerard Collomb îstîfa kir. Tê gotin Collomb dîsa bibe şaredarê Lyonê.

wezîrê Karê Navxwe yê Fransayê Gerard Collomb ji karê xwe îstîfa kir. Collomb got Serokkomar Emmanuel Macron qebûl nekiriye lê ew di vê mijarê de biryardar e.

Collomb têkilî îstîfaya xwe got, îstîfa wî teqez e û ew ê li Lyonê vegere.

Collom got ji Parîsê zêdetir ew ji Lyonê hez dike ku şaredariya wir dikir û piştî peywira wezîrê navxwe bi cih anî, pştî ku îstîfaya xwe daye Georges Kepenekîa hatiye şûna wî, wê li gorî pêvajoya yasayî dîsa dest bi vê peywira xwe bike.

Serokkomar Macron biryara îstîfaya ya Collomb ku yek ji destekvanê girîng ê kabîneya wî bû, qebûl nekiribû.

Collomb  di ropartaja 19’ê îlonê ya kovara hefta L’Express de gotibû ,’’Heke teşhîsa nexweşiyeke li ser min neyê danîn, ez xwe di ber şaredariya Lyonê re bikim’’.