Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn li Strasboûrgê li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê axivî.
Asellborn li ser pirsa endamê AKP’ê yê ku got: “PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye, lê li her derê bi alayên wê çalakî tên kirin, hûn çima pêşiya vî tiştî nagirin?” re got ku, “Ji ber ku li hemberî DAÎŞ’a barbar bi wêrekî şer kirin, ez heyranî Kurdan im.
BANGA ‘DEWLETA TIRK’ LI WELATAN KIR
Asselborn diyar kir ku dewleta Tirk li dijî mafên mirovan û krîterên Kopenhagê tevdigere û xwest bila dev jî vî tiştî berde. Asselborn bangî welatên endamên Konseya Ewrûpayê û Yekîtiya Ewrûpayê kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Asselborn got ku, “Di demokrasiyê de divê li hemberî mafên kêmneteweyan hurmet were kirin û ev peywirek e.”
Jean Asselborn diyar kir ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê xwe nêzî gotin û desthilatdarên populîst dikin û welatên wekî Macaristan û Romanyayê mînak da. Asselborn diyar kir ku di warê dewleta hiqûqê, mafên mirovan û demokrasî û azadiyê divê tawîz neyên dayîn.