Wezîrê Berê Şahîn: Di dema min de 24 serok hatin girtin

Wezîrê Berê Şahîn: Di dema min de 24 serok hatin girtin

Wezîrê berê yê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn aşkera kir ku, di navbera 29’ê Adara 2009-6’ê Kanûna 2012’an de 34 şaredar ji peywirê dûrxistine, hêjmara şaredarên hatine girtin jî 24 e.

Wezîrê berê yê Navxweyî yê Tirk îdrîs Naîm Şahîn bersiv da pêşniyarpirsa Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û di derbarê şaredarên di navbera 29’ê Adara 2009-6’ê Kanûna 2012’an de ji peywirê hatine dûrxistin agahî dan. Şahîn ji peywirgirtina şaredaran li gorî partiyan wiha belavkir; AKP-5, CHP-5, BDP-19, BTP-1, Serbixwe-1, DP-2, MHP-1 bi giştî 34 şaredar ji peywirê girtine. Şahîn got; “Li gorî vê şaredarên hatine girtin belavbûna wan li gorî partiyan wiha ye; AKP-3, CHP-1 û li gel ku ne li girtîgehê ne CHP-2, BDP-17, MHP-1 û bigiştî 24 libin.”

Şahîn da diyarkirin ku, ji 29’ê Adara 2009-1’ê Cotmeha 2012’an de wan wekî Wezareta Navxweyî têkildarî şaredariyan destûra 3 hezar 391 lêkolîn/vekolînên pêş daye û wiha got; “Belavbûna wan ya li gorî partiyan: AKP hezar û 535, CHP hezar û 26, MHP 415, BDP 158, û yên din jî 257’in.”