Wezareta Karê Hundir ya Îngîlîstanê:PKK zextan li gel nake
Wezareta Karê Hundir ya Îngîlîstanê:PKK zextan li gel nake
Wezareta Karê Hundir ya Îngîlîstanê:PKK zextan li gel nake
Kesê bi navê A.O yê ji bo îltîcayê serî li Daîreya Penaberên Îngîlîstanê da, di hinceta îltîcakirina xwe de îdia kir ku PKK’ê zext li wî kiriye û PKK’ê xwestiye wî bi zorê ‘bibe çiyê’. Daîreya Penaberiyê ya girêdayê Wezareta Karê Hundir, daxwaz û îdiayên A.O red kir. Daîreyê da zanîn ku PKK’ê di dîroka xwe de tiştekî wisa nekiriye û bûyerek wisa nehatiye jiyîn.
Li ÎngîlîstanÊ di rojnameya Telgraf ya weşana kurdî û tirkî dike de nûçeyek girîng derket pêş. Di nûçeya taybet ya Telgraf de hat gotin ku kesekî ku ji Tirkiyeyê hatiye ji bo îltîcayê serlêdan kiriye û di hinceta serlêdana xwe de îdiakiriye ku ji ber zextên PKK’ê îltîca dike û û wezareta Îngîlîstanê jî ev daxwaza wî gotina ‘PKK li ser gel tiştek wisa nake’ red kiriye. Nûçeya rojanmeya Telgraf wihaye: “A.O yê 20 salî ku ji gundekî Dîlokê hatiye Îngîlîstanê di 29’ê çileyê 2013’an de daxwaza îltîcayê kiriye. A.O îdia kir ku ew ne endamên BDP’ê ye lê piştgiriyê didê. Her wiha îdia kiriye ku di 17 saliya xwe de bi PKK’ê re hinek pirsgirêk jiyaye û gotiye dema şivantiye kiriye ji PKK’iyan re xwarin biriye.A.O dibêje dem bi dem bi çekên gerîlayan lîstiye, û ji ber ku baş nîşan girtiye, bala PKK’ê kişandiye. Her wiha A.O dibêje ji bo ku kurde, neçûye leşkeriyê jî.
DAXWAZA ÎLTÎCAYÊ RED KIRIN
Lê A.O di îfadey xwe ya Daîreya Îltîcayê de dibêje, li aliyekê Kurd e neçûye leşkeriyê û alîkarî daye PKK’ê û li aliyê din jî hinceta sereke ya îltîcaya xwe wekê ku PKK’ê zext li wî kiriye ku tevli PKK’ê bibe. Wezareta Karê Hundir ya Îngîlîstanê jî îfadeya A.O ya ku PKK’ê zext li wî kiriye û daxwaza wî ya îltîcayê red kir.
ÎFADEYÊN BI NAQOQ
A.O di îfadeya xwe de îdia dike ku ger biçe Tirkiyeyê dê bi zorê wî tevli PKK’ê bikin. Daîreya Penaberiyê wiha dibêje: “Tu dibêjî dema ez zarok bûm min bi dildarî ji wan re xwarin dibir. Lê li vir tu cuda diaxivî.”