Wezareta Karê Derve ya Berlînê randevuya çalakgerên Kurd qebûl kir
Wezareta Karê Derve ya Berlînê randevuya çalakgerên Kurd qebûl kir
Wezareta Karê Derve ya Berlînê randevuya çalakgerên Kurd qebûl kir
Li Berlîna Elmanyayê greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê hat destpêkirin di roja duyemîn de ye. Çalakgerên ku dosya dan Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, daxwaza wan a randevuyê hate qebûlkirin û îro wê li ber nûneriya NY’ê çalakiyek girseyî bê lidarxistin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kantona Kobanê li qada Brandenburg Tor (Deriyê Brandenburg ) çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin û grev ket roja duyemîn.
Çalakiya ku tê plankirin 5 rojan berdewam bike ji bajarên Bremen, Hamburg, Oldenburg, Hameln, Leipzig, Halle, Dresden û Berlînê bi girseyî tê ziyaretkirin. Çalakiya ku her roj 17 saetan bi bernameyên cuda didome, li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê meş pêk hat.
Dema kortej nêzî wezaretê bû ji wezaretê komek derket. Aktîvîstan diyar kirin ku ev kesên ku bi nêzîkatiya xwe ya DAIŞ’ê tên zanîne û rewş protesto kirin. Tê payîn ku wezaret vê piştrast bike.
ÇALAKGER WÊ WEZARETA KARÊN DERVE RE HEVDÎTINÊ BIKE
Di çalakiyê de çalakgeran dosyayek ku daxwazên wan dihat vegotin pêşkêş kirin. Serokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç bi rayedarên wezaretê re ket têkiliyê û ji bo 2’ê Cotmehê randevu hat dayîn. Çalakger îşev wê saet di 17.00’an de li ber Nûneriya NY’ê meşek girseyî pêk bînin