Wezareta dadê: 2 hezar girtî mirin!

Wezareta dadê: 2 hezar girtî mirin!

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, bersiv da pêşnûmeya der barê girtiyên nexweş ya parlamentera BDP’ê Ayla Akat Ata û îdia kir ku hemû girtî ji mafên tenduristiyê fêdeyê digirin û bi bîlançoya ku da xwe derewand. Li gorî vê di dema AKP’ê de herî kêm 1.949 girtî di girtîgehan de mirine.

Parlamentera BDP’ê Ayla Akat Ata di 19’ê Sibatê de pêşnûmehek dabû wezîrê dadê Sadullah Ergîn.

Ergîn di bersiva ku da de îdia kir ku rewşa psîkolojîk û pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan li ber çavan tê girtin û neqlê cihên ku malbatên wan  wirin dikin. Ergîn got girtî ji azadiya xwe nebêparin û ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê digirin.

Ergîn wiha got: “Girtiyên li saziyên înfaza cezayê dimînn, beyî ku ji azadiya xwe bêpar bimînin xizmeta tenduristiyê dibînin û her cureyê xizmeta tedawî û muayeneyê tê dayîn.”

DI AKP’Ê DE SÊ KAT ZÊDE BÛ

Ergîn bi bîlançoya ku da jî xwe derewand. Bi taybet bîlanço nîşan dide ku ji roja ku AKP hatiye destilatdariyê hejmara girtiyên nexweş zêde bûne. Di sala 2002’an de hejmara girtiyên nexweş 89 bû lê di 2012’an de derket 260’î.

Li gorî daneyên ku wezîr dane hejmar girtiyên nexweş li gorî salan wihaye;  di 2000’î de 193, di 2001’ê de 158, di  2002’an de 89, di 2003’an de 163, di 2004’an 54, di  2005’an de 59, di 2006’an de 157, di 2007’an de 176, di 2008’an de 211, di  2009’an de 196, di 2010’an 252 , di 2011’an de 268, di 2012’an de 260,  di 2013’an  di navbera 04.04.2013’an de 64 kes girtî mirine.

544  GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Bi salane hikûmet der barê rewşa girtiyan de pêngavek şênber navêje. Heyetek ji baroyên Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Muş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê di 1’ê kanûnê de raporek weşandin û got girtiyên kurd di dema muane û tedawiyê de rastî cudahiyê tên. Di raporê de hat gotin ku doktor di dema tedawiyê de ji girtiyan re dibêjin ‘Tu BDP’iye biçe bila wekîlên BDP’î bila te  tedawî bike.

Li gorî Komeleyên Mafê Mirovan li girtîgehan 162 jê giran 544 girtiyên nexweş hene. Ji bo girtiyên nexweş  bên berdan zext li rayagiştî hat kirin. TUAD’ê ji bo girtiyan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û 100 hezar îmze kom kir.

Serokê baroya Amedê Tahîr Elçî jî daxuyaniyek da û got dadgeha makeqanûnê parlamenter Mustafa Balbay biryar daye ku bê berdan û got divê parlamenter Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan, Gulseran Yildirim û Kemal Aktaş bê berdan.