Li ser rêya Buyukdere ya Sariyer Maslayê wesayîta leşkerî û mînîbusa aydê şîrketekî taybet li hev qelibîn û 2 jê leşker 6 kes birîndar bûn.
Qeza di demjimêr 07.30’an de li ser rêya Buyukdere ya Sariyera Maslakê rû da. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, mînîbûsa biplaqeya 34 UP 4897 ya aydê şîrketek taybet ku Emrah Alî Daglioglû di ajot û wesayîta leşkerî ya ji Fermandariya Cendirmeyan ya Bajar derket û ber bi Sariyerê ve diçû li hev qelibîn. Di encama li hevketinê de 2 leşkerên di wesayîta leşkerî de birîndarbûn, her wiha ajovanê mînîbusê Daglioglû û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyekî taybet ya nêzî cihê qeza lê rûdayî.