Welatparêzê Kurd Xelef Agirman jiyana xwe ji dest da
Xelef Agirman ê ku li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijiya û demek dirêj xizmeta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikir jiyana xwe ji dest da.
Xelef Agirman ê ku li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijiya û demek dirêj xizmeta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikir jiyana xwe ji dest da.
Xelef Agirman ê ku bawerî bi Êzdayetiyê tanî, ji sala 1980’î û vir ve li Elmanyayê dijiya û ji sala 1981’an û vir ve jî xizmeta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikir.
Xelef Agirman, di sala 1993’yan de li Saarland de yek ji kesên ku rêxistinakirina Heyva Sor a Kurdistanê dikir û demek dirêj ji bo Heyva Sor a Kurdistanê xizmet kir. Apê Xelef di sala xwe ya 83’yan de jiyana xwe ji dest da, li ser wasiyeta Apê Xelef wê sibehê saet 10:00’an li Navenda Civaka Kurd a Saarlandê merasîmek bê lidarxistin. Piştî merasîmê, cenazeyê Apê Xelef ji bo definkirinê wê ber bi Bakurê Kurdistanê herêma Bacînî ya girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê bê şandin.