Welatparêzê Kurd Salih Kaba (Salihê Şêxê) çû ser dilovaniya xwe
Welatparêzê Kurd, xebatkarê têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî û gelê Kurd Salih Kaba ku bi navê Salihê Şêxê dihate naskirin, çû ser dilovaniya xwe.
Welatparêzê Kurd, xebatkarê têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî û gelê Kurd Salih Kaba ku bi navê Salihê Şêxê dihate naskirin, çû ser dilovaniya xwe.
Welatparêz û kedkarê têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî û gelê Kurd Salih Kaba, bi navê xwe yê di nava civakê de dihate naskirin, Salihê Şêxê, di 66 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Salihê Şêxê, ji ber vîrusa korona ji destpêka meha Îlonê ve, li nexweşxana ya bajarê Celle ya Elmanyayê û piştre jî li bajarê Hannoverê dihate dermankirin.
Salih Kaba yê bavê 7 zarokan, li gundê Meleqacelê yê Wêranşarê ji dayîk bûbû û weke bi deh hezaran Êzidiyan ji ber dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk, sala 1979'an tevî malbata xwe, koçberî Elmanyayê bûbû.
Salihê Şêxê ku tevî malbata xwe li bajarê Celleyê dima, bi salên dûr û dirêj, wek dilsozekî civak û gelê xwe, wek endamekî aktîf ê Meclîsa Gel a Celle, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û civaka Êzidî de karekî xurt kir.
Weke malbat ji destpêka têkoşîna azadiyê de, bi nasandina şehîd Delîl Dogan li Wêranşarê heta kêliya dawî, cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt.
Birayê wî Cemîl Kaba jî, ji ber êşkenceya dewleta Tirk a dagirker û qirker, jiyana xwe ji dest dabû.
Salih Kaba ango Salihê Şêxê, ku ji aliyê civaka xwe ya Êzidî û gelê Kurd de, ji ber vê ked û xebata wî gelekî dihate hezkirin û rêz jê re dihate girtin, ji aliyê heval, dost û malbatê ve, bi rêz û minet hate bibîranîn.