Welatparêzê Kurd Huseyin Yaprak cara duyemîn hat girtin

Welatparêzê Kurd Huseyin Yaprak ê li ser daxwaza Tirkiyeyê cara duyemîn hat girtin, rakirin nexweşxaneyê.

Welatparêzê Kurd Huseyin Yaprak ê li ser daxwaza Tirkiyeyê cara duyemîn hat girtin, rakirin nexweşxaneyê. Yaprak herî dawî  14’ê Gulanê li ber Konsolosiya Tirk a Zurîhê têkildarî hilbijartinan bersiv dabû pirsên Stêrk TV û şeva heman rojê ji aliyê polîsên Swîsreyî ve hatibû binçavkirin.

Huseyin Yaprak yê li Tirkiyeyê rastî îşkenceyên giran hat û cezayê muebetê lê hatiye birîn, sala 1992’yan hat Swîsre û serlêdana penabertiyê kir.

Yaprak 26 salên li Swîsrê xebatên siyasî dewam kir û berî niha bi du salan jî dîsa li ser daxwaza Tirkiyeyê hatibû girtin û bi kefaletê serbest hatibû berdan.

Huseyin Yaprak ê rakirin nexweşxaneyê bi rêya telefonê bersiv da pirsên me. Yaprak got:

"Piştî daxuyaniya min a ji Sterk TV re ku ez hatim binçavkirin ne tesadûfî ye. Tirkiye bikaranîna argumanên berê dixwaze xebatên min ên siyasî asteng bike û ji îadeya min re sedeman ava bike. Hêvîdar im, Swîsre cara duyem van hincetên sexte yên Tirkiye ferq bike, bibîne ku têkildarî xebatên min ên siyasî ne û min serbest berdin.”