Welatê ku mafê zarokan lê hatî ‘jibîrkirin’: Tirkiye
Welatê ku mafê zarokan lê hatî ‘jibîrkirin’: Tirkiye
Welatê ku mafê zarokan lê hatî ‘jibîrkirin’: Tirkiye
Tirkiyeya ku Danezana Mafê Zarokan ya Cenewreyê naskirî û erêkirî, her wiha Hevpeymana Mafê Zarokan ya NY îmze kirî, bi polîtîkaya xwe ya niha tenê bûye welatekî danezan li ser kaxezê naskir û ji wê wêdetir neçûye! Rastî û daneyên vê çarêka sedsalê derketîn bi awayekî vekirî binpêkirina mafê jiyanê, îstismar, tundî û ji îşkenceyê bigire heya dagirkirina kedê radixe berçavan.
Îro Roja Mafê Zarokên Cîhanê ye. Lê belê bi milyonan zarok, di bin siha şer, çek, birçîtî, hejarî, îstismarî, dagirî û tundiyê li ber çavê mirovahiyê yek yek winda dibin. Li Kurdistanê bîlançoya di şerê ku 30 sale didome de jî mirina bi sedan zarokan perçeyek ji vê ye. Netenê mirin jî di pêvajoyekî ku bi tundiya polîsan û girtîgehan berdewam dike de, wateya 20’ê Mijdarê di rewşekî wiha de weke mirov nivîsê li ser avê binivîseye.
Zarokên ku hêjan di destpêka jiyana xwe de bi dagirkeriya kedê têne perçiqandin û têne şîretkirin, dema ku di temenê zaroktiyê de dibin bûk jiyana wan weke jehrê lê tê. Li coxrafyayekî ku zarok li kolanê, malê, cihê kar, dibistan, yûrd û li hemû qadên jiyanê rastî zilm, mêtîngerî û mirinê tên, mirov dikare bêje hewildana “jiyan”kirinekî dramatîk û îşkenceye.
MAFÊ ZAROK ÊN LI SER KAXEZÊ DIMÎNIN!
Tirkiye di cîhanê de welatê ku tenê cejna zarokan lê heyî û bi vê pesnê xwe pê dike, Hevpeymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 14’ê Cotmeha 1990’an de îmze kirî û ji 27’ê Çileya 1995’an ve xistî meriyetê, vêca aliyê din yê vê madalyonê heye. Tirkiye welatekî ku di cîhanê de bi silsileya komkujiyan yan jî bi “faîlî meçhûlan” mînakê wê tuneyî, her wiha biberhemê kujerên ku bi bêcezakirinê hatine xelatkirin Tirkiye vegerandine goristanekî zarokan. Li Tirkiyeya ku bi sedan zarok hatine qetilkirin, mirina hemû zarokên têne zanîn û nayêne zanîn, qilifek jêre çêkirine û ceza lênebirîne. Li Tirkiyeyê darazê jî kujerên zarokan hatin nixumandin û ev tablo ji 20’ê Mijdarê gelek dûre.
Tirkiye welatekî ku netenê Hevpeymana Zarokan ya NY bûyî îmzekiriye, di heman demê de hevpeymana di qada navnetewî de ji bo parastina zarokan heyî Danezana Mafê Zarokan ya Cenewreyê jî naskiriye û ev danezan erê kiriye.
BÎLANÇOYA 25 SALÊN DAWÎ
Tişta balkêş ewe ku piştî Tirkiyeyê Hevpeymana Mafê Zarokan ya NY îmzekir, yanî 25 salên dawî komkujiyên zarokan pêkhatine û piştî wan bidehan komkujiyan jî berpirs biçi awayî nehatine cezakirin. Di pêvajoyekî pevçûnî ê çavkaniya xwe ji pirsgirêka Kurd digire, di encama “hêzên ewlekariyê” gule reşandine, bombe avêtine û weke bermayên mayîn û teqemeniyên herêmên leşkerî nêzî 570 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Hema bêje hemû zarokên jiyana xwe ji dest dane kurd in. Zarokên Kurd ên gelek caran weke “terrorist”, weke “çalakvan” weke “qaçaxvan” bi awayekî hovane hatine qetilkirin.
ZAROKÊN ROBOSKIYÊ LI BENDA EDALETÊ NE
Komkujiyên van salên dawî ya herî bixwîn û dervey mirovahiyê Roboskiye. Ji 34 kesên hatine qetilkirin de ji wana 19 jê zarokbûn û Roboskî hêjan li pey edaletê ye. Roboskiya ku hêjan têkildarî kujeran bihostek jî pêşde neçûne, zarok jî hêjan li benda edaletê ne. Di komkujiya Roboskî ya di dema AKP’ê de pêkhatî, 19 zarokan jiyana xwe ji dest da, ev jimar di dema desthilatdariya 11 salan ya AKP’ê de digehe 183’an.
BI VEŞARTIN Û PARASTINÊ DÊ RÛ BI RÛBÛN ÇAWA PÊKBÊ?
Têkildarî mirinan jî tişta herî balkê ewe ku, li rexmî rastiya mirina zarokan ya çavkaniya xwe ji pevçûnên li herêmê digire jî, AKP jî weke desthilatdariyên beriya xwe li hemberî qetilkirina nêzî 200 zarokên di dema desthilatdariya xwe de, kujeran vedişêre û diparêze. AKP’ya ku dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û hertim behsa rû bi rûbûnê dike, dê çawa bi veşartin û parastina kujerên zarokan ev rû bi rûbûn çêbibe.
BÊDENGIYA SÎNCANÊ HEYA KUDERÊ?
Ji dervey qetilkirina bisedan zarokan, bi hezaran jî birîndarbûn, seqet man, xistin girtîgehan, îşkence lêhate kirin, rastî tacîz û tecawizê hatin. Hêjan jî bisedan zarok li girtîgehê girtîne. Li Pozantiyê nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê ya li hemberî zarokan derkete holê. Her wiha bêndegiya li hemberî zext û îşkenceyê bi mehanin li Girtîgeha Zarokan ya Pozantiyê didomin li ber çavan naçe.
DANE…
Tirkiyeya ku arşîva wê ji mînakên neyînî tejiye, komkujiyên zarokan ên hêjan nehatine ronîkirin li gorî salan wihaye: 1989’an 2, 1990’an 21, 1991’an 12, 1992’an 116, 1993’an 66, 1994’an 86, 1995’an 7, 1996’an 6, 1997’an 7, 1998’an 2, 1999’an 12, 2000’an 3, 2004’an 1, 2006’an 8, 2008’an 1, 2009’an 3, 2010’an 6, 2011’an 28, 2012’an 10 û 2013’an 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.