Wekîlê Swîsreyî: Divê tecrîd rabe, çareserî bêyî Ocalan nabe!

Wekîlê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Fabîan Molîna got, bêyî Ocalan li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser nabin û xwest, tecrîd bi dawî bibe.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê û endamê Komîsyona Karên Derve Fabîan Molîna, li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û grevên birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

Molîna ku siyaseta Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, Cotmeha 2018'an bi heyeteke Swîsreyî serdana Bakurê Kurdistanê kiribû.

Molîna bi bîr xist ku heyeta wan li Mêrdîn û Amedê danûstandin kir û got, "Wê rojê me li wir gelek binpêkirinên mafên mirovan tespît kir. Binpêkirin niha hîn zêde bûye. Mînak; mirovên ku wê rojê em pê re axivîn piraniya wan piştre hatin girtin. Li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan êdî betal bûne. Hikumet hurmetê nîşanî demokrasî û normên bingehîn ên mafên mirovan nade."

'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Molîna bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê pêk tên û got, "Beriya her tiştî dixwazim bêjim ku piştgiriyê didim çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan. Siyasetmedar niha di greva birçîbûnê de ne; bi rengekî mafdar vê çalakiyê dikin. Ji ber ku rêyeke din nehiştine ku ev mirov karibin nêrîn û daxwazên xwe yên polîtîk bînin ziman. Grevên birçîbûnê di heman demê de nîşan dide ku gelê Kurd tevî zext û zordariyê jî bêalternatîf nîne. Bi dîtina min, bi helwesteke stratejîk dest bi vê çalakiyê kirine. Grevên birçîbûnê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Ev armanc bi xwe gelekî girîng e.

Pêwîste tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Ji ber ku Ocalan nebe li Tirkiyeyê çareseriyeke demdirêj nabe. Ji ber ku ev rastî baş tê zanîn, mirov niha ketine greva birçîbûnê."

'OCALAN XWEDÎ ROLEKE DIYARKER E'

Wekîlê Swîsreyê işaret bi rola Ocalan a di nava têkoşîna gelê Kurd de kir û got, "Di çareseriy apirsgirêka Kurd de Ocalan xwedî roleke girîng û diyarker e. Bêyî Ocalan zehmet e ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lewma ez piştgiriyê didim grevên birçîbûnê û daxwazên wan. Dema ku mirov rola Ocalan tînin pêş çavên xwe, dibînin ku astengkirina hevdîtinên wî bi malbatê, parêzeran û heyetên siyasî re, ne ya qebûlkirinê ye. Bi hevdîtina bi Ocalan re veger li danûstandinên aştiyê dikare bibe.

Piştî qedandina pêvajoya aştiyê şer ji nû ve dest pê kir û li herêmên Kurdan ji nû ve mirov hatin kuştin, mafên mirovan hatin binpêkirin. Ev rastî bi xwe nîşan dide ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi vegera li pêvajoya aştiyê heye. Ev yek jî bi hevdîtina bi Ocalan re dibe."

'PÊWÎSTÎ BI OCALAN HEYE'

Molîna ji civaka Tirkiyeyê jî xwest ku pirsa "Bêyî Ocalan çareserî dibe yan nabe?" ji xwe bike û got, "Divê ev yek bê fêhmkirin; Ocalan nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe, şer bi dawî nabe û aştî pêk nayê. J ibo aştiyê, ji bo çareseriyeke demokratîk pêwîstî bi Ocalan heye.

Lê mixabin ti nêta Erdogan û hikumeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkanîna demokrasiyê nîne. Ji ber ku Erdogan bi vê polîtîkaya xwe re hewl dide dengên neteweperestan werbigire, li ser piyan bimîne û hêza xwe biparêze.

Di vir de jî girîngiya polîtîkaya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê derdikeve holê. Girîng e Ewropa ji Erdogan re bêje 'Êdî bes e' û zextê li Erdogan bike ku pêşî li Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane veke."

'DIVÊ BES ÇEK JI TIRKIYEYÊ RE BÊN FIROTIN'

Li ser bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re jî Molîna got, "Erdogan hem li nava Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî binpê dike. Her kes dibîne ku li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ji ber vê yekê divê Tirkiye bê şermezarkirin û bes çek ji Tirkiyeyê re were firotin."