Wekîlê AKPê: Yê fermana Roboskiyê da tê zanîn

Wekîlê AKPê: Yê fermana Roboskiyê da tê zanîn

Serokê Komîsyona Qilabanê ya girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirk Îhsan Şener diyar kir ku ji bo kesên fermana bombebarana li Qilabanê pêk hat ku di encamê de komkujiya Roboskiyê pêk hat, pêwîstî bi texmînan tune û got: “Operasyonên berê çawa dihatin kirin, ev yek jî bi heman usilê hatiye kirin, wê demê kê ferman dabe, vê carê wî ferman daye. Ev tişt tê zanîn.”

Komîsyona Qilaban a ya Komîsyona Mafê Mirovana Meclîsê, dê rapora xwe ya derbarê komkujiya Roboskî ya ku 34 zarok û ciwanên Kurd têde jiyana xwe ji dest dan, roja 15ê berfanbarê (kanûn) amade bike û pêşkêşê komîsyona Meclîsê bike.

Serokê Komîsyona Alîkar a Qilabanê Parlementerê AKPê yê Ordûyê Îshan Şener derbarê komkujiyê de daxuyaniyek da.

Şener got ku pêwîstî bi texmînan tune û wiha axivî: “Operasyonên berê çawa dihatin kirin, ev yek jî bi heman usilê hatiye kirin, wê demê kê ferman dabe, vê carê wî ferman daye. Ev tişt tê zanîn.”