Wekîla girtî Çelîk: Ez ê her tim li cihê ku gel ê min dixwaze lê bim
Doza lêpirsîna Parlemeterê HDP’ê Bûrcû Çelîk a dihat darezandin destpê kir. Çelîk, di parastina xwe ya dadgehê de, xwedî li çalakî û aktivîteyên ku jê hate pirsîn derket.
Doza lêpirsîna Parlemeterê HDP’ê Bûrcû Çelîk a dihat darezandin destpê kir. Çelîk, di parastina xwe ya dadgehê de, xwedî li çalakî û aktivîteyên ku jê hate pirsîn derket.
Rûniştina yekem a doza lêpirîsînê ya di derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Bûrcû Çelîk de ku bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ dihat darezandin li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Agiran a Mûşê destpê kir.
Çelîk li Girtîgeha Jinan a Sîncarê ku lê dima bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû, parlemetar HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Îrgat û dîsa Rêveberê HdP’ê doz şopandin.
Ji Çelîk sedemên beşdarbûna merasîmên cenazyên hinek gerîlayên HPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dabû û axaftinên li pêşiya Şaredariya Mûşê ku di 8’ê Adarê de ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an û şûn de kirî jê pirs kirin.
‘GELÊ MIN LI KÛ BIXWAZE EZ Ê LI WIR BIM’
Çekîk destnîşan kir ku siyasetmedar e û got: “Ez siyasetmedarekim ku gel min hilbijartiye. Gelê ku min hilbijartî li kû bixwazin an jî ez li kû dixwazin min bibînin ez ê li wir bim.”
Çelîk a ku têkildarî axaftinê pîrozbahiya hilbijartinê de jî ev tişt anî ziman: “Partiya me û em ên hatin hilbijartin ji bo sekna xwe me têkoşîn kir. Ji niha û şûnde jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Parêzerê ku parastin jî kir, daxwaz kir ku Çelîk bêgirtin bê darezandin.
Dadgehê, biryara domandina rewşa Çelîk a girtî da, rûniştin taloqî 11’ê Tîrmehê kir.