Wallstrom: Nabe ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike
Di rûniştinek Parlamentoya Swêdê de dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablûsê û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê binpêkirina azadiyên mirov û çapemeniyê hatin gotûbêjkirin.
Di rûniştinek Parlamentoya Swêdê de dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablûsê û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê binpêkirina azadiyên mirov û çapemeniyê hatin gotûbêjkirin.
Di rûniştinek Parlamentoya Swêdê de dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablûsê û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê binpêkirina azadiyên mirov û çapemeniyê hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom dema nîqaşa dagirkirina Cerablûsê ya ji hêla dewleta Tirk pirs bersivandin, diyar kir ku li hin welatên mîna Sûriyeyê tevlîhev ji bo hin welat niyetên xwe yên rast veşêrin dikarin têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bikin hincet û got; “Di bin siya wê de elbet nabe ku Tirkiye êrîşî komên Kurd bike.”
Parlamenterê Keskan a Partiya Havîdorê Jabar Amîn di destpêka meha bihurî de pêşnûmepirsek dabû û daxwaz kiribû ku dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablûsê bê nîqaşkirin.
Wallstrom ragihand ku Tirkiye di nav koalîsyona dijî DAÎŞ’ê de cih digire, bi aktorên din re Cerablûs ji DAÎŞ’ê girtiye û wiha axivî; “Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê girîng e, lê divê ev rê li ber şerê li dijî komên din veneke. Lewre jî em rîska ku xirabûna têkîliyên Tirkiye û komên Kurd bi fikar temaşe dikin.”
Piştî Wallstrom, Parlamenterê Keskan a Partiya Havîdorê Jabar Amîn mafê axaftinê wergirt, bi mînakên şênber anî ziman ku Erdogan hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ji bo bêdengkirina mûxalefetê, bi temamî rakirina azadiya çapemenî û îfadeyê bi kar tîne, lê got pêşnûme têkîldarî dagirkirina Cerablûsê û polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê ne, lewre jî dixwaze bersivek zelal ji hikûmeta Swêdê bigire.
Amîn, destnîşan kir ku temaşekirina bi fikaran têrê nake, pêwîst e Swêdê li dijî rejîmeke ku hevpeymana Neteweyên Yekbûyî, hiqûqa navneteweyî binpê dike xwedî helwestekî hê eşkeretir be û dagirkirina Cerablûsê şermezar bike.
‘ARMANCA DAGIRKIRINÊ ALÎKARIYA DAÎŞ’Ê Û RAWESTANDINA KURDAN E’
Amîn bi bîr xist ku Swêdê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de cih digire û beriya niha jî polîtîkayên şer ên gelek welatan şermezar kiriye, wiha dewamî da axaftina xwe:
“Lewre jî dixwazim bizanibim ku bê ka Swêdê van bûyeran asayî dibîne an na. Di bersivê de tê gotin ku ‘Tirkiye bi aktorên din re Cerablûs ji DAÎŞ’ê girtin.’ Lê, wan beşek ji welatekî din dagir kirine. Wekî ku her kes dizane DAÎŞ li wir bû, lê hêzên Kurd ji bo rizgarkirina bajêr ketibûn rê û wê di demek kurt de DAÎŞ ji wir biqewitandana. Armanca vê dagirkirinê ew e ku girtina bajarên Kurd û Cerablûsê rawestîne û rê veke ku Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê lojîstîk û cebilxaneyê bişîne.”
EM Ê LI DIJÎ SÛCÊN MIROVAHIYÊ YÊN KU ERDOGAN DIKIN BIKEVIN NAV HEWLDANAN
Piştî bidawîbûna nîqaşan me pirsî ku bê ka Amîn têkîldarî bersivên Wallstrom çi difikire, got; “Ez li bendê bûm ku bigota Swêdê dibêje ketina Cerablûsê dagirkirin e. Lê, wezîr naxwaze vê têgînî bi kar bîne. Pêwîst e Swêd li dijî dagirkirina ku Tirkiyeyê kiriye helwestek vekirî û zelal bigire.”
Amîn diyar kir ku wê li dijî sûcên mirovahiyê yên ku Erdogan pêk anîne, bikevin nav hewldanên şênber.