Waliyê Wanê qedexe parast, ANF kir hedef

Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez têkildarî qedexeya 4 sal in didome got: “Li nûçeyên ANF’ê binêrin, hûnê sedemê qedexeyê bibînin.”

Walî M. Emîn Bîlmez ê li Wanê 1500 roj in ji bo çalakiyên demokratîk, siyasî, civakî û çandî ‘qedexe’ kiriye got: “Li nûçeyên ANF’ê binêrin hûnê bizanin bê ka çima em qedexeyê radigihînin.”

Walî Bîlmez ê ji rojnameyeke xwecihî re axivî, li ser pirsa qedexeya li ser çalakî û aktivîteyan ev got:

“Yek ji sedemê wê ew e ku rêxistinên terorê li herêma me bingehekî yê rabûn amade dike. Li nûçeyên ANF’ê binêrin hûnê bizanin bê ka çima em qedexeyê radigihînin. bi gotina wan dixwazin dest bi tevgera ‘Serhildan’ê bikin.Yanî li vir tevlîhevî yan jî çalakî nebe, em pêwîstî bi qedexeyekî wiha nabînin. Ji bo wê tengijîna me ya esasî rêxistin li Wanê dest bi ti tevgerekê neke.”