Vîrûsa li laboratûarê hat hilberîn gefê li jiyana milyonan dixwe

Vîrûsa li laboratûarê hat hilberîn gefê li jiyana milyonan dixwe

Di Laboratûareke li Çînê de vîrûsa şewba çûkan û vîrûsa grîbê tevlîhev hat kirin û vîrûseke nû hat hilberîn. Zanyar li dijî vê hewldanê nerazîbûnek tund nîşan dan û gotin, eger ev vîrûs ji Laboratûarê derkeve, hingî dikare bi milyonan mirov bimirin.

Serokê berê yê Akademiya Zanistiya Kraliyeta Îngilîstanê Lord May daxuyaniyek da û lêkolînek li laboratûara veterîner a Çînê weke "Bêberpirsyariyeke mezin" bi nav kir û destnîşan kir, ku ezmûna ji vê derê were girtin, bi kêrî raya giştî nayê.

Xebata laboratûarê ya rê li ber nîqaşan vekir, ji aliyê komeke bi pêşengiya profesorê Çînî Hûalan Chen ve li Înstîtuya Lêkolînê ya Veterîneriyê ya Harbîn hat kirin.

Chen û ekîba wî, vîrûsa çûkan H5N1 û vîrûsa grîbê H1N1 tevlîhev kir. Vîrûsa H5N1 tevî ku kujer e, di heman demê de ji mirovan derbasî mirovan dibe. Li beramberî vê vîrûsa H1N1 jî, xwedî taybetmendiya belavbûnê ye.

Chen da xuyakirin, ku armanca wan afirandina dermanek li dijî vîrûsa ji van herduyan pêk tê ye.

Ji Înstîtuya Pasteur a Parîsê Sîmon Waîn Hobson jî da xuyakirin, ku di encama vê hewldanê de, vîrûseke kujer a ji mirovan derbasî mirovan dibe, dikare derkeve holê û di encama vê de jî ji 500 hezarî heta 100 milyon mirov dikarin jiyana xwe ji dest bidin.