Vîrûsa koronayê bandoreke giran li ser mafê zarokan dike

Rêxistineke civakî ya sivîl diyar kir ku li temamî dinyayê vîrûsa koronayê bandoreke giran li ser mafên zarokan dike û hişyarî da ku rîska xebata bi darê zorê û zewac jî zêde dibe.

Li Amsterdamê rêxistina mafên zarokan a KîkdsRîghts diyar kir ku tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê bandoreke giran li ser zarokan dike.

Serok û damezirînerê KîkdsRîghtê MarcDûlleart daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Ev krîz dibe sedem ku salên zarok tê de mezin dibin bi paş ve biçin.”

Rêxistinê diyar kir ku girtina dibistan dibe sedem ku ciwan li hemberî kar û zewacê têkevin nav fikaran.

KîkdsRîghtsê diyar kir ku bernameyên aşiyê yên ji bo nexweşiyên felca zarokan û sorikan jî bi dawî bûne û ev jî dibe sedem ku bi sed hezaran kes bimirin.

Li gorî rêxistinê li 23 welatan aşiyên ji bo sorikê sekiniye û ev jî bandorê li 78 milyon zarokan dike.

KîkdsRîghtsê diyar kir ku li di nav 182 welatan de li Îzlanda, Swîsre û Fînlandiyayê mafên zarokan li pêş e. Welatên wekî Çad, Efganistan û Sîerra Leone jî di rêzên dawîn de ne. Tirkiye jî piştî Şîlî, Macaristan û Ummanê di rêza 22’an de ye.