Vergîlî: Rêveberiya xweser a li Bakurê Sûriyeyê divê bê parastin

Rojnamevanê Suryan û aktîvîst Davîd Vergîlî destnîşan kir ku Xiristiyan jî di hedefa paqijiya etnîkî de ne û got, divê rêveberiya xweser bê parastin ku gel di nava vê sîstemê de xwe bi xwe bi rê ve dibe.

Rojnamevan û aktîvîstê Suryan Davîd Vergîlî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Vergîlî anî ziman ku ji kêliya destpêkê ya êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vir ve gelên herêmê ji nû ve ketine nava metirsiya kaos û paqjiya etnîkî û got, "Di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de herêmeke ewle bû. projeyeke civakî ya ku ji tinebûnê hate afirandin lê pêk hat û bi rêveberiya xweser gelan hewl dan xwe bi xwe bi rê ve bibin. Hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo aştiya civakî ya Sûriyeyê gavên girîng avêtibûn. Bi têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser serdemek nû dest pê kir. Lê belê Tirkiyeyê tevî bangên navneteweyî jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir. Civaka Xiristiyan bi taybetî jî Suryaniyan bi daxuyaniyan diyar kirin ku ew li dijî operasyonê ne û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku hêza leşkerî ya Suryan a li Sûriyeyê ye di nava QSD'ê de çalake û operasyonên herêma Til Temir û Xabûrê dimeşîne. Tevî vê yekê ji roja destpêkê ve bi hezaran sivîl ji warê xwe bûn, qadên li ser sînor hatin valakirin û DAÎŞ'iyên ku ji kaosê sûd wergirtin ji nû ve çalak bûn û dest bi êrişê kirin. Weke ku tê zanîn du keşîşên Dêra Katolîk a Ermen ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Li navenda bajarê Qamişloyê êriş kirin. Bûyerên diqewimin encama polîtîkaya hegemonya ya dewleta Tirk û AKP'ê ye. Ev hewldana AKP'ê ku hewl dide lawaziya li Tirkiyeyê binixumîne dibe ku di dema bê de qutbûna Tirkiyeyê ji civaka navneteweyî mezintir bike."

Vergîlî bi bîr xist ku komên selefî û cîhadîst ên bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re xurt bûn di dem û deverên cuda de li dijî Xiristiyanan bi taybetî Suryan û Ermenan dest bi êrişê kirin, dêr hilweşandin, mirovên sivîl ji bo fîdyeyê revandin û got, "Li herêma Xabûrê ku niha di hedefa komên Tirkiyeyê de ye DAÎŞ'ê nêzî 200 Suryanî revand. Ji wan 3 sivîlên Suryan înfaz kirin, yên din jî di demên cuda de berda. Li derdora Çemê Xabûrê 35 gundên Suryanî, dêrên wan hatin bombekirin. Dibe ku bûyerên bi heman rengî niha jî biqedewimin."

Vergîlî destnîşan kir ku proje û sîstema civakî ya nû ya li Bakurê Sûriyeyê hate avakirin ji bo paşeroja Suryaniyan gelekî girînge û got, "Saziyên Suryaniyan bi rengekî çalak di nav de hene. Tevî neyînî û zehmetiyên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî di demeke kurt de bû projeyek welê ku her kesî xwe tê de îfade kir û tevlî rêveberiyê bû. Saziyên Suryanî partnerên çalak ên vê projeyê ne. Ji ber vê yekê parastina projeya rêveberiya xweser a Bakurê Sûriyeyê ji bo gelên herêmê gaveke girînge û divê ji bo vê yekê em kar bikin."