Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn

Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ji bo Cejna Qubanê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Jiyana Xwe Ji Dest Dane (MEBYA-DER), ji bo Cejna Qurbanê  serdana gora Serokê Partiya Ked a Gelan (HEP) yê Amedê Vedat Aydin kirin, ku Aydin di 5’ê Tîrmeha  1991’an de hatibû qetilkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Hişyar Ozsoy û Nusrettîn Maçîn, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, birayê Vedat Aydin Veysî Aydin û nûnerên Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) beşdarî serdana gora Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê ya li navçeya  Yenîşerhîr a Amedê bûn. 
 
 ‘HER ROJA DIÇE HÊVÎ MEZINTIR DIBIN’
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser gora Aydin axivî û wiha got: “Mîna her cejnê me di vê cejnê de jî xwest ku em Vedat Aydin û hevalên wî bi bîr bînin. Li dijî gelê Kurd pir êrîş pêk anîn, lê dîsan jî tu encam negirtin. Em carek din dibêjin; wê tu carî encamê ne girin. Ev êrîşên bi wijdan û bêhiqûq ên li dijî gelê Kurd, wê negihin armanca xwe. Em ê hêviyên xwe yên aştî û azadî winda nekin. Ev hêviya gel her roja diçe mezintir  dibe.” 
 
XWEST ŞER BI DAWÎ BIBE
 
Birayê Aydin Veysî Aydin jî, da zanîn ku ji ber şerê heyî, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Em dixwazin ku êdî ev cejn bibe wesîleya rawestanadin xwîna dirêje. Em daxwaza aştiyê dikin. Bila êdî şer û rijandina xwînê bi dawî bibe.”
 
AYDENÎZ: EM BI GELÊ XWE RE NE
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Cejna Qurbanê ya gelên Mezopotamya pîroz kir û wiha bilêv kir: “Têkoşîna azadî û aştiyê ya îdealên Vedat Aydin û hevalên wî ji bo me bûyer mîrateya herî mezin. Desthilatdarî çiqas êrîş bike bila bike, em ê li dijî vê faşîzma êrîşkar serî netewînin. Ji ber ku em xwedî mîrateya têkoşîneke pir mezinin. Heya dawiyê em ê bi gelê xwe re bin.”
 
Parlamenterê  HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî, bal kişand ser cînayeta Vedat Aydin û wiha got: “Aydin bi awayekê kiryar ne diyar hat qetilkirin. Lê di rastiyê faîl tên zanîn. Ji ber ku ji têkoşîna wî tirsiyan, ew qetilkirin. Vedat Aydin şoreşgerê Kurdistanê bû. Emê têkoşîna wî di nivî de nehêlin.” 
 
Siyasetmedar û nûnerên STO’yê piştî axaftin û xwendina duayan, qerenfîl danin ser gora Aydin û ji goristanê veqetiyan.