Uskudariyan li hemberî BHQ’ê nobeda edalet û jiyanê dan destpêkir
Koma Uskudariyan a ji bo Edaletê ji bo balê bikişînin ser mexdûriyetên bi BHQ’ê, li qada Îskeleyê ya Uskudarê çalakiya rûniştinê lidarxistin.
Koma Uskudariyan a ji bo Edaletê ji bo balê bikişînin ser mexdûriyetên bi BHQ’ê, li qada Îskeleyê ya Uskudarê çalakiya rûniştinê lidarxistin.
Profesorê Destûra Bingehîn yê ku bi BHQ’ê hatibû îxrackirin Îbrahîm Kaboglû bang li AKP’ê kir ku dev ji polîtîkayên antîdemokratîk berde.
Koma Uskudariyan a ji bo Edaletê ji bo balê bikişînin ser mexdûriyetên bi BHQ’ê li qada Îskeleyê ya Uskudarê çalakiya rûniştinê lidarxistin. Profesorê Destûra Bingehîn ê Zanîngeha Marmarayê yê ku bi KHK’yan hatibû îxrackirin Îbrahîm Kaboglû jî beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de dovîzên “Em edalet û jiyanê diparêzin”, “Destê xwe nede mamosteyên me yên aştîxwaz”, “Edalet nanê gel e”, “Azadî ji rojnamevanên girtî re” hatin hildan. Li ser navê komê Ebrû Sonmez daxuyanî xwend.
‘PEYWIRA MIROVAN EV E KU VÊ QÎRÎNA EDALETÊ GEŞTIR BIKIN!’
Sonmez diyar kir ku mirov ji ber fikra xwe ya siyasî ji kar tên avêtin û bi vî tiştî re ji ew jî neçar dimînin ku çalakiyan li dar bixin. Sonmez diyar kir ku çi kesên ku baweriya wan bi demokrasî, edalet û azadiyê hene divê vê qîrîna edaletê geştir bikin û got: “Em bawer dikin her gava ji bo edalet û azadiyê wê ji bo bidawîkirina bêedaletî û bêhiqûqiyê bibe gavek.”