Ûca li Erîvanê bi ciwanên Êzidî re rûnişt

Li paytexta Ermenîstan Erivanê Parlamenterêa HDP’ê ya Êzidî Feleknaz Ûca bi ciwanên Kurd re civiya.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Ûca li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi ciwanên Kurd re rûnişt û têkîldarî rola ciwanan a di nava civakê û bi taybet a ji bo siberoja Êzidiyan axivin. Ûca bal kişand ser wate û girîngiya rêxistinbûyinê, di vir bi taybet li ser rola jinê rawestiya û têkîldarî civîna heyî got: “Di nav me de hejmara hevalên jin gelekî kem in. Lê, hûn jî dizanin nîvê civakê jin in. Îro pêwîst bû ku zêdetir jin amadebûna û me kariba bi hev re li ser pirsa civakê nîqaş bikira.”

‘CIWANÊN ME YÊN LI ŞENGALÊ BI ERK IN’

Têkîldarî mijarê Ûca li ser gera xwe ya Şengalê jî axivî û wiha dom kir: “Ez çûm Şengalê min dît ku keç û xortê me yên Ezîdî, hemû xwe bi rexstin dikin, bi çek û bi erk in. Ji ber vê min dixwest li vir jî herî kêm bi dehan keçê me yê ciwan hazir bûna.” Ûca hêviyên xwe yên der heqê rêxistinkirina jinê de wiha anî ziman: “Ez hêvî dikim ku hûn weke ciwanên Ezîdî xwe bi rexistin bikin û van kêmasiyan derbas bikin.”

Ûca bal kişand ser rêxistinkirinên li Şengalê û got: “Li Şengalê hêza YBŞ û YJŞ hatiye amedekirin û li hember dijminê xwînxwar DAÎŞ’ê şer dikinû welat azad dikin. Ji ber wê em jî weke ciwanên Ezîdî, bala me li ser wir be, çi wext çi caran pewîst bike em alikariya gelê xwe bikin.”

‘JI BO ME RÊXISTINBÛYIN WEKE NAN Û AVÊ PÊWÎST E’

Ûca di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina çand û dîrokê, mînakên xwe yên ji Şengalê domand: “Em niha li Şengalê li ser axa xwe di nava şerekî pir dijwar de ne. Ji ber vê yekê dijminê me hem ji aliyê olî hem jî ji aliyê etnîkî bi ser me de tê û dixwazin me li ser xaka me tune bikin. Ji ber vê yekê çawa ku di sala 1915’an de li ser gelê me yê li vir, li ser gelê me yê Ezîdî yên li Ermenistanê, êrîş pêk hatin, em ji ser xaka me derxistin, bav û kalên me behsa wê fermanê dikirin û digotin ‘Roma reş em dan ber kuştinê û tunekirinê’. Lê, ji me re weke çîrok dihat. Di sala 2014’an, 3’yê Tebaxê me û cîhanê bi çavên xwe dîtin, bê ka çi ferman bi serê me de hatin. Ji ber vê yekê, pewîst e em xwe bi rexistin bikin. Em bizanibin ku bê ka kê em di destên DAÎŞ’ê de hiştin û kê em parastin. Ji ber vê yekê em di serî de yê alikariya civaka me kirin û dîsa yên gelê me bi tunebûnê re rû bi rû hiştin ji bîr nekin. Ji ber vê yekê em weke ciwanên Ezîdî, em li kû dibin bila bibin, rêxistinî ji me re weke nan û avê pêwîst e”

Rûniştina bi ciwanan re bi pirs û bersivan bi dawî bû.

...