Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Turkdogan: Rakirina destnedanê wê şîdetê mezintir bike

Turkdogan hişyarî da û destnîşan kir, ku rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê, wê rewşa heyî ya şîdetê mezintir bike.

Turkdogan hişyarî da û destnîşan kir, ku rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê, wê rewşa heyî ya şîdetê mezintir bike.

Li Zanîngeha Karker a Cenevreyê, Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê, Navenda Civaka Kurd li Cenevreyê, Civata Tevgerên Sendîka yên Cenevre û Solîdarîte (CGAS) bi mijara "Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan û helwesta Ewropayê" konferansek lidar xistin. Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Carlo Sommarûga û Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan weke qiseker beşdarî konferansê bûn.

Ji ber 24'ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermeniyan konferans bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre li ser 'komkujiya' li Cizîrê sînevîzyonek hat nîşandan. 

Serokê Gitî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan piştre mafê axaftinê wegirt û anî ziman, ku wan li herêmê bi taybetî jî li Cizîrê rapor li ser komkujiyên hatine kirin amade kirine, ev rapor hin kesan bi rengekî cidî aciz dikin û destnîşan kir, ku ji bo darizandina berpirsyaran ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.

Turkdogan da xuyakirin, ku li pêşberî komkujiya hat kirin Hiqûqa Tirkiyeyê û Ewropayê bi kêr nehatine û da zanîn, ji ber peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê li ser penaberan hatiye kirin, bi qasî nîv mîlyon Kurdên di nava 3,5 mehên dawî de ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, ji nedîtî ve hatine dîtin. 

Turkdogan diyar kir, binpêkirina mafên jiyanê gihaştiye asteke xetere û destnîşan kir, ku eger mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê were rakirin, wê şîdeta li Tirkiyeyê mezintir bibe.

Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Carlo Sommarûga bal kişand ser dîmenên di sînevîzyonê de hatin nîşandan û got, "Ya ku min dît, gunehê li dijî mirovahiyê hatiye kirin e." Sommarûga diyar kir, ji ber van gunehên hatine kirin dibe ku Tirkiye di dema pêş de li dadgeha ceza ya navneteweyî were darizandin. Sommarûga da xuyakirin ku ya hatiye kirin di heman demê de qirkirineke çandî ye û ragihand, ji bo lêkolînkirina mijarê ew ê tevî parlamenteran bi heyetekê biçin herêmê.

...