Tuncel Kurtîz berbi gundê wî ve oxirkirin

Tuncel Kurtîz berbi gundê wî ve oxirkirin

Ji bo Hunermend Tucel Kurtîz ku duh jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat, heval û kesî ve merasîmek pêk hat.

Cenazeyê Derhêner, listikavan, şanoger û senarîst Tuncel Kurtîz, pişt merasîma ji bo wî li Sahneya Muhsîn Ertugrul a Şîşliyê pêk hat şûnde ji bo  defin bikin şandin navçeya Gure ya Balikesîrê gundê Tahtakişlayê.  Di merasîma oxirkirinê de bi ehzaran kesî bo Kurtîz rêz girt.

Lîstikvan Ayten Algan di merasîmê de pêşendan kir û sînevîzyoneke jiyana Kurtîz vedigot hat nîşandan.  Ji fîlmên wî beşên kurt hatin girtin û hevalên wî yên hunermend cenazeyê wî li wesayîta cenazê bar bir.

Hevalê wî yê di rêzfîlmê Ezel de Alî Bariş Falay axivî û got wan şoreşgerek wenda kir û got ger ew wek şoreşgerekî neyê bibîranîn,  li hemberî wî nerêzdariye. Hunermend Demet Akbag jî got bila serê hemû dost û hevalan saxbe.

Cenaze berbi gundê Tahtakişla ya navçeya Gure ya Balikesîrê derxistin rê.