Tuncel: Azadî daxwaza hevpar a gelê Tirkiyeyê ye
Tuncel: Azadî daxwaza hevpar a gelê Tirkiyeyê ye
Tuncel: Azadî daxwaza hevpar a gelê Tirkiyeyê ye
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel di panela "Gel ji bo demokrasiyê û aştiya bi rûmet, tên gel hev" de axivî û wiha got: "Di qonaxa yekemîn de çi ket ser milê Kurdan hatin kirin, niha dor a dewletê ye. Ev daxwaz ne tenê ya Kurdan e, ev daxwaz di heman demê de ya gelên li Tirkiyeyê jî ye. Dipirsin dibêjin 'Ma bawerî bi dewletê tê.' Bi tu awayî bawerî nabe, em wek gelê em ê baweriya xwe bi xwe bînin."
Platforma Piştevaniya Geziyê, li Mala Cem, panela “Gel ji bo demokrasiyê û aştiya bi rûmet, tên gel hev” pêk anî. Panela ku Parlamentera Stenbolê Sabahat Tuncel û niviskarê Rojnameya Evrenselê Alî Kenanoglu wek axaftvan tevlî bûn, gelek welatî jî di panelê de amede bûn. Panel ji bo şehîdên şoreşgerê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Parlamentera Stenbolê Sabahat Tuncel destpêkê axivî. Tuncel bal kişand ser pêkanînên ku di Rojhilata Navîn de pêk tên û wiha got: "Pêvajoya li Tirkiyeyê, bi pêkanînên di Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Di gelemperiya Rojhilata Navîn de pêvajoya guhertinê pêk tê."
Tuncel da zanîn ku Rojhilata Navîn wergeriyaye qada şer û gelên Rojhilata Navîn li hemberî modernîteya kapîtalîst têdikoşin û wiha domand: "Îtîraza gelan hene. Pêkanînên ku li Tunus û Misrê pêk tê nîşaneya îtiraza gelan e." Tuncel bal kişand ser Şoreşa Rojava û diyar kir ku li Rojava Kurd nabin alî û ji bo bi awayekî xweser xwe bi rê vê bibin, xwe bi rêxistin dikin.
Tuncel anî ziman ku têkoşîna Kurd li hemberî îmha û înkarê têdikoşe û wiha domand: "Tevgera Kurd ji sala 1993'yan heta niha ji bo ku bi dewletê re bikeve nav diyalogê di nav hewldanan de ye. Lê dewlet bi nêzîkatiya xwe dide xuyakirin ku di nava hewldanên bê bi çi awayî wê ji PKK'ê û Kurdan rizgar bibe de ye. Têkoşîna Tevgera Kurd, polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletê vala derxist. Di bûyera Roboskî de Kurdan ji dewletê re dan xuyakirin ku ew tu carî ji daxwazên xwe paşve gav navêjin. Serhildana Şemzînanê û greva birçîbûnê operasyona leşkerî ya ku AKP'ê dabû destpêkirin vala derxist."
'EM BI XWE BAWER IN'
Tuncel bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: "Niha pêvajoya diyalogê bi astengiyan didome. Astengiya destpêkê bi qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leylayê li Parîsê pêk hat. Divê pêvajoyê de di qada navneteweyî de ev sûîqest bi awayekî plankirî pêk hat. Lê tevî ku qada navneteweyî xwest vê yêkê asteng jî bike berdewam dike." Tuncel peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de jî hat xwendin bi bîr xist û ev tişt got: "Di qonaxa yekemîn de çi ket ser milê Kurdan hatîn kirin, niha dor a dewletê ye. Ev daxwaz ne tenê ya Kurdan e, ev daxwaz di heman demê de ya gelên li Tirkiyeyê jî ye. Dipirsin dibêjin 'Ma bawerî bi dewletê tê.' Bi tu awayî bawerî nabe, em wek gelê em ê baweriya xwe bi xwe bînin."
DIVÊ ELEWÎ LIGEL KURDAN BIN'
Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Alî Kenanoglu jî wiha axivî: "Piştî Komkujiya Madimakê cara yekemîn Elewiyan bi navê xwe saziyên xwe bi rêxistin kirin. Di vê pêvajoya avakirinê de dewlet ji rêxistinbûna Elewiyan pirr ditirsiya. Ji hevgirtina Kurd û Elewiyan ditirsiya. Ji ber vê sedemê dewletê pênaseya 'Elewî Tirk in' belav kir. Hedefa polîtîkaya asîmîlasyonê jî ew bû ku hevgirtina Kurd û Elewiyan asteng bikin. Dewlet di vê yekê de gihişt armanca xwe. Ji bo wê jî divê em li hemberî van polîtîkayên dewletê li cem pêvajoya aştiyê bin ji vê cudatir rêyeke me tune ye." Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.