Tuncel 1’ê Gulanê ji Guler pirsî
Tuncel 1’ê Gulanê ji Guler pirsî
Tuncel 1’ê Gulanê ji Guler pirsî
Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, bûyerên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê pêk hat ji Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler pirsî.
Tuncel da zanîn ku 1’ê Gulanê li hemû cîhanê rojeke ku hemû karker daxwazên xwe tîne zimane û got: “ Lê mixabin ev roj li Tirkiyeyê rojeke bi xwîne. Di 1977’an de di encama pevçûna ku pêk hat de komkujiyek pêk hat. Ji ber vê Qada Taksîmê di alî têkoşîna karkeran de gelek girînge û her wiha dîrokê jî îfade dike. bi salane qada Taksîmê ji karkeran re hatiye girtin û di sala 2010’an de di encama têkoşîn û berxwedana karkeran de 1’ê Gulanê wek cejna Fermî hat qebûlkirin.Ev 3 sal bûn bi awayekî aştiyane dihat pîrozkirin. Lê mixabin îsal desthilatdariya AKP’ê û Walitiyê wê ketin nava helwesteke dij-demokratîk, kedkar hatin darbkirin, polîsan bi awayekî hovane êrîş kir"
Tuncel da zanîn ku xebatên înşatê yên Qada Takîmê kirin hincet lê ji serî de ji xwe karker li dijî vê projeya Taksîmê derdiketin.
Tuncel ev pirs ji Muammer Guler kir;
Di 1’ê Gulanê de der barê bûyeran de we lêpirsînek da dest pêkirin? ger nehatibe destpêkirin sedema wê çiye?
Bi hinceta înşatê qada TaksÎmê li karkeran hat girtin, gelo dê sala pêş li karkeran bê vekirin?