Tûglûk: Xwişka min êdî nikare pirtûkê jî bixwîne

Alaattîn Tûglûk diyar kir ku xwişka wî Aysel Tûglûk di nava şert û mercên girtîgehê de nikare rehet bibe û got, "Êdî nikare pirtûkê jî bixwîne, nikare li televîzyonê binere. Bi saetan di nava nivînan de dimîne. Divê teqez bê dermankirin."

Hevseroka berê ya DTP'ê û Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk ku ji sala 2016'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê tê girtin, rewşa wê ya tenduristiyê girand ibe.

Rewşa Tûglût ku piştî êrişa nijadperestî ya li dijî cenazeyê dayika wê hişê xwe winda kir, ji ber şert û mercên girtîgehê giran dibe. Tevî ku Beşa Zanistiya Bingehîn a Tipa Edlî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê rapora 'Nikare li nava şert û mercên girtîgehê jiyana xwe dewam bike...' jî, Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê raporeke berevajî amade kir û ji ber vê yekê nayê berdan.

Ji bo nakokiya navbera herdu raporan bê tespîtkirin, tê payin ku Tûglûk li Desteya Bilind a Tip a Edlî bê mûayenekirin. Kekê Tûglûk Alaattîn Tûglûk ku serdana xwişka xwe kir, ji ANF'ê re axivî.

Tûglûk ku beriya du hefteyan serdana xwişka xwe kir, anî ziman ku Tûlglûk ne li hucreya yek kesî, lê li hucreya sê kesî tê girtin.

Tûglûk diyar kir ku rewşa tenduristiyê nebaş dibe, bi taybetî di 4 mehên dawî de girantir bûye.

Alaattîn Tûglûk ragihand ku di rewşa niha de nikare pirtûkê jî bixwîne û got, "Nexweşiya wê bi rengê nobedê dewam dike. Gelekî pirtûk dixwend. Lê êdî nikare bixwîne. Nikare li televîzyonê temaşe bike. Nikare bala xwe bide ser. Bi saetan di nava nivînan de dimîne. Hişê xwe diçe û tê. Carna axaftina wê jî lawaz dibe, carna hevokê nikare temam bike, bersivê nikare bide pirsan. Mînak wê qala xizmekî bike, nav nayê bîra wê. Dost an jî siyasetmedarek nayê bîra wê. Ji ber ku wê bixe nava rewşeke bêhtir nebaş êdî qala detayan nakim. Tenê em dikarin jê bipirsin bê çawa ye, çi dike."

Tûglûk diyar kir ku ev nexweşî bi êrişa nijadperestiyê ya li hemberî cenazeyê dayika wê giran bû û ev yek li gel xwişka wê bû sedema travmayeke mezin, kete depresyonê û rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû.

Tûglûk ragihand ku wê nedixwest ev rewş bikeve rojevê, lewma nexweşiya wê bi derengî hate eşkerekirin û got, "Aysel çend caran ji min re got, 'li welêt gelek pirsgirêk hene, pirsgirêkên mirovan hene, nexweşiya min nedin pêş, bila mirov bi min re jî mijûl nebin'. Lewma demeke dirêj me tiştek nekir."

Tûglûk anî ziman ku xwişka wê beriya çend hefteyan birin nexweşxaneyê, hin kontrol hatin kirin û ew li benda rapora wê ne.

Tûglûk got, "Daxwaza min tedawîkirina xwişka min e. Ji ber ku şert e bê dermankirin. Cihê vê jî girtîgeh nîne. Ji bo pêşî li nexweşiya xwişka min bê girtin divê cisim û rengan bibîne, naxwe wê nexweşî girantir bibe. Ev êdî diyar e."