TŞYG: Rêya Dersîm-Pilûrê di kontrola me de ye

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî da xuyakirin ku di çalakiya sûîqestê de ku li dijî qereqola Cevîzlîdere ya li Pilûrê li dar xistin, leşkerek kuştine. Her wiha ragihand ku rêya Dersîm-Pilûrê di bin kontrola mîlîtanên wan de ye.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku di çalakiya sûîqestê de ku li dijî qereqola Cevîzlîdere ya li Pilûrê li dar xistin, leşkerek kuştine. Her wiha ragihand ku rêya Dersîm-Pilûrê di bin kontrola mîlîtanên wan de ye.

Di daxuyaniya TŞYG’ê de wiha hate gotin:

“18’ê Tîrmehê saet 11.30’an mîlîtanên me yên TŞYG’ê li dijî leşkerên TC’ya faşîst ên li qereqola Cevîzlîdere ya girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Ji 15’ê Tîrmehê ve rêya Dersîm-Pilûrê di kontrola mîlîtanên me yên TŞYG’ê de ye.”