Trûmp dixwaze ciyawaziyên mebayna Tirkiye û Kurdan bi dawî bike!

Donal Trûmp ku ji Komarparêzan namezetê serokwezîrtiyê ye, bal kişand ser rola Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê, got wê ji bo ciyawaziyên mabeyna Tirkiye û Kurdan bi dawî bike bixebite.

Donald Trûmp ê mîtîngên xwe yên hilbijartinê didomîne, bersiv da pirsên New York Tîmesê, got, “Ez heyranekî mezin ê Kurda me.” Nûçegîhanê rojnameyê jî pirsî, “lê, Erdogan ne heyranê Kurdan e. Hûn ê vê çawa çareser bikin?”. Li ser vê jî Trûmp got wê ji bo Tirkiye û Kurd hevpar tevbigerin bixebite.

Trûmp bal kişand ser têkoşîna hêzên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê, diyar kir ku li hember vê jî bi Tirkiyeyê re ‘ di milê potansiyelî de dibe ku xwedî têkîliyên gelekî baş bin.’

Trûmp got dema di hilbijartinê de bi ser keve dixwaze nuqteyên ciyawaziyê yê navbera Tirkiye û Kurdan çareser bike, destnîşan kir ku nêrînên wî yên di vê derbarê de jî wê ‘di demek gelekî nêz’ de pêk werin.

Trûmp got, “Du komên dost hene û ev bi hev re şer dikin”, li dijî vê jî parast ku divê ji bo ‘yekîtiyê’ hewl bidin.

TIRKIYE DIKARE LI DIJÎ DAÎŞ’Ê TIŞTÊN HÊ ZÊDETIR BIKE

Trûmp bi awayekî sergirtî bal kişand ser helwesta bêdeng a ku Tirkiye li beramberî çeteyên DAÎŞ’ê ketiyê, îdîa kir ku “Ez bawer im, eger ez bi wan (Tirk) re li hev bikim, wê li dijî DAÎŞ’ê tiştekî hê zêdetir bikin.”

Donald Trûmp li beramberî van gotinên xwe beriya niha jî gotinên wî yên ku pesnê Sedam Huseyîn dida ketibû rojevê. Trûmp, ew Sedamê ku bi hezaran Kurd qetil kirin, ‘ji ber terorîst kuştibûn’ meth kiribû.